PKKê li ser gotara serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî li paneleke Diyaloga Mename 2021ê daxûyaniyek ragihand û di daxûyaniya xwe de piştî gelek derew û dezenfarmasyonê dibêje ku; “ Gotina, problema TC’ê bi Kurdan re nîne, bi PKK’ê re problema wê heye, divê Rojava ji PKK’ê têkiliya xwe bibire an na TC’ê ji vê dikare aciz bibe û êrîşê bîne, nîşan dide ku bi devê dewleta Tirk diaxive.“ (ANF)

Ji berî her tiştekî serokwezîrê Kurdistanê ev gotina ku, awayê PKK îdia dike negotiye. Mesrur barzanî wek serokwezîrê herêma Kurdistanê li Paytexta Behrên bajarê Mename, tevlî Foruma Mename  bûye û di vê çerçovê de gelek hevdîtinên girîng berpirsên welatên cîhanêre pêkanîne û herweha tevlî panela bûye û behsa rewşa başûrê Kurdistanê kiriye û bersiva gelek pirsan di derbarê Kurdistanê û rewşa siyasî de daye. Mesrur Barzanî behsa pirsgirêka Kurda û çareseriyek adilane ya pirsa kurd li hemû deverên Kurdistanê kiriye. Di panelekî de serokwezîrê Kurdistanê behsa rojavayê Kurdistanê jî dike.

Li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî Mesrûr Barzanî veneşart ku îdareya Rojava nûnertiya hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê nake û nabe bi navê nûnertiya hemû Kurdan ligel Şamê danûstandinan bike û tekez kir: “Em piştevaniya Diyaloga Kurdî – Kurdî dikin.”

Mesrur Barzanî dibêje ku;  “Ji ber destwerdanên PKKê, pêwendiyeke asayî ya Hikûmeta Herêmê ligel Rojavayê Kurdistanê tune.” Gelo div an gotinên Barzanî de ji bilî rastiyê çi heye?

Herweha di serî de PKK û hemû Kurd dizanin ku sedemê êrîşên artêşa Tirkiye yên başûrê Kurdistanê  PKK ye û siyaseta PKKê ya dijê nirxên netewî û Kurdistaniye. PKK gelek vekirî , zanabûn û di çerçoveya planek dizaynkirî de bere artêşa Tirk dide başûrê Kurdistanê. Di bingehê xwe de PKK heman tiştê li rojavayê Kurdistanê jî dike. Efrin PKKê radestî Artêşa Tirkiye kir. Serê Kaniyê û Girê Spî PKKê û siyaseta wê ya ne Kurdistanî Tirkiye kişand herêmê û xwe da aliyekî.

Yanî bi Kurtahî eger PKK li rojavayê Kurdistanê, dev ji vê siyaseta qirêj bernede çarenûsa rojavayê Kurdistanê ne diyar e. Bila PKK rojava bihêle hêviya Kurdên rojavayê Kudistanê ve. Berpirsên PKKê li rojavayê Kurdistanê dibin sedemê hemû êş û nexweşîya.

Rêya yekem ku, rojavayê Kurdistanê bike xwedî statuyeke kurdewarî yekrêziya di navbera aliyên kurd li rojavayê Kurdistanê de ye. Qendil dixwaze vê yekrêziyê asteng bike, da ku cardin bere rojavayê Kurdistanê bi temamî bide Şamê û hêzên çekdarên PYDê bike milîsên rejima Bişar Esed. Ji aliyek din ve jî sedemê êrîşên Tirkiye li ser xaka rojavayê Kurdistanê bi provakasyonên PKKê ye.

Nabe welê bi erzanî bi dezenfarmasyona êrîşê kesayetên din yan jî berpirsên hukumeta Kurdistanê bike. PKK tene ji bo kiryarên xwe yên dijê nirxên Kurdewariya weşêre şerê destkeftiyên Kurda dike.

Tê zanin ku eve demek dirêje PKKê bi hemû awayî êrîşê PDKê dike û hemû kêmasi û xeletiyên xwe dike stuyê PDKê de. PKK li Şingalê li gel Bexdayê tevdigere û bûye beşek ji siyaseta Heşda Şeibî li dijê destkeftiyên Kurdistanê. Pêwendiyên PKK bi dewletên ku Kurdistan dakir kirî re gelek vekirî û eşkerene. Lê kesek naxwaze vê yeke bibine û rastiya heyî bêje.

Eger hinek bawerin dê rojek ji roja PKK bi kurdbûna xwe bihese û ji bo berjewendiyên Kurdistanî tevbigere ,ew xwe dixapînin û dibin arikarek ji siyaseta çewt a PKKê re.

21.11.2021

Nêrîn / Şirove

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: