CîhanRojev

Hevpeymaniya Fetih encama hilbijartina qebûl nake!

Basikê siyasî yê Heşda Şebî li dadgeha federalî doz vekiriye û daxwaza hilweşandina encamên hilbijartinan dike.

Hevpeymaniya Fetih ku eniya hevbeş  ya baskên siyasî ya koma çekdar ya Heşda Şebiye, daxûyakirin ku encamên hilbijartinên parlementoya Îraqê ku roja 10 Cotmehê hatibûn kirin, qebûl nake.

Di vê derbarê de peyvdarê koma çekdar ya Esayîbî Ehlîheq Mehmûd Robeyi da xûyakirin ku, hevpeymaniya Fetih bi fermî li dadgeha destûrî ya federalî ya Îraqê doz vekiriye û daxwaz ji dadgehê kiriye daku, encamên hilbijartinê hilweşîne. Esayîbî Ehlîheq hêzeka bi xort û bandore di nava refên Heşda şeibî de.

Hevpeymaniya Fetih yek ji wan aliyên siyasî yên Şîeye ku di hilbijartinên parlementoya Îraqê de rastî şikestinekî gelek mezin hatiye û tenê 16 korsî bidest aniye.

Back to top button