
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şahê Behreynê, Şah Hemed Bin Îsa Al Xelîfe civiyan û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe ji ber wê hevdîtinê nîşan da û spasiya xelkê Behreynê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku ji bo beşdariya di Korbenda Mename 2021ê, bi serokatiya şandekê li Behreynê ye, li hejmara xwe ya taybet a “Twitter” belav kir ku ligel Şahê Behreynê, Şah Hemed Bin Îsa Al Xelîfe civiya.
Mesrûr Barzanî nivîsî: “Xweşhal im ku min hevdîtin bi Şahê Behreynê, Şah Hemed Bin Îsa Al Xelîfe re kir.”
Herwiha tekez kir jî, di hevdîtinê de “Min spasiya xelkê Behreynê kir ku mêvandariyeke germ ji bo min nîşan dane.”