Wezareta rewşenbîrî û lawan ya Kurdistanê ragehand, di sêyemîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan ya Silêmaniyê de pirtûkek hat qedexekirin û komkirin.
Wezareta rewşenbîrî û lawan ya Kurdistanê ragehandiye, piştî ku Yekitiya Nivîskarên Cînosayda Kurdistanê ew agahdar kirine ku di pêşangeha navdewletî ya Silêmaniyê pirtûkek erebî enfalkirina kurdan înkar kiriye, yekser ferman dane wê pirtûkê qedexe bikin û li nav pêşangehê de kom bikin.
Wezaretê daye zanîn, wê pirtûkê malbaêtn enfalkiriyan nîgeran kiribû û ji ber wê jî wan ew pirtûk qedexe kirin.
Li gorî agahiyên wezareta rewşenbîrî, navê wê pirtûkê “Sultan Haşim; Bîranîn û Nihêniyên Şer” ku tê de wezîrê berevaniyê wê Iraqê di serdema Sedam de behsa enfalkirina kurdan dike û dibêje, xelkê sivîl nehatine enfalkirin, tenê li dijî Pêşmerge ew operasyon hatiye kirin!
Wezareta rewşenbîriyê di dawiyê de gotiye, ew li hember dîroka gelê xwe hişyar in û ti carî qebûl nakin ew dîrok were şêlûkirin.