Nivîsar

PKK beşek ji planên navçeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê ye

Derew, belavkirina dezenfarmasyona bûye armanca herî girîng a PKKê û medya PKKê. Medya PKKê nûçeyek belav kir û bi tene du xeta dibêje: Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, hêzên PDK’ê li qada Amediyê kemîn danîn pêşiya gerîlayan.

Di derbarê vê nûçeya derew de, wezereta navxwe ya Kurdistanê daxûyaniyek berfireh ragihand.û dibêje ku, PKK li devera Amediyê bi fûzeyan êrîşê bingeheka pêşşmergeyên Zêrevanî kiriye û pêşmergeyan jî bersiva vê êrîşê daye.

Wezereta Navxweya Kurdistanê daxûyaniya xwe de vekirî dibêje: Ev hewldana çekdarên PKKê di çarçoveya wê êrîş û kiryarên têkderane de, bi armanca têkbirina ewlekarî û aramiya Herêmê ye. Mixabin ew bûne beşek ji planên navçeyê yên li dijî qewareya Herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê nabe meydana yekalîkirina kêşeyên navçeyê û em piştevaniya hemû hewl û rêkarên aştiyane yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna aştî û aramiyê dikin, lê belê mafê berevaniyê ji bo hêzên me parastî ye û em bi tundî li dijî her hewleke armanckirina qewareya Herêma Kurdistanê û saziyên fermî radiwestin.”

Li vê dere armanca PKKê çiye ku 10 km, di nava sinorê herêma Kurdistanê de êrîşê bingeheka pêşmergeyan dike? Gelo PKK ji bo çi ne di nava xaka bakurê Kurdistanê şer dike û bere xwe daye başûrê Kurdistanê? Başûrê Kurdistanê rojane dibe armanca êrîşên dewletên dagirker û milisên Heşda Şeibî. hemwelatiyên sivîl û zarok tene kuştin. PKK sedemek bingehîn ê van êrîşaye. Armanca PKKê ya sereke ewe ku,destkeftiyên netewî li başûrê Kurdistanê têk bibe. Lê divê ew jî baş bizanibin, hêzên ewlehiya herêma Kurdistanê rê nade van leyiztikên PKKê.

PKK pêvajoyek xirabre derbas dibe, dema têkdiçe û winda dike, divê sedemekî ji tûkçûna siyaseta xwe re peyda bike. Ya herî hesanî li gora wan ewe ku, êrîşê PDKê bike û wan bike sedema têkçûna xwe. PKK li bakurê Kurdistanê gelek winda kiriye, niha tirsa hilbijartinên herêmî ketiye zikê wan de, aliyekî AK Partiyê re aliyekî jî CHPê re flortê dikin. Ji aliyek din jî ji bo bejin em hêja li bakur bi hêzên û bandorekî li hilbijerên Kurd bikin, hinek çalakiyên çekdarî dikin.

Lê hêdî rastiya PKKê tê zanîn û wek bere xapandiya xelkê ne hesaniye. PKKê li herêmê destkeftiyên başûrê Kurdistanê ji xwe re kiriye armanc û sixûriya dewletên dagirker dike. PKK li Kerkûk û Singalê miaşxwerê dewleta Iraqê û Heşda Şeibiye. Şerê Kurda dike û vekirî dibêjin em nahêlin Şingal bikeve ser xaka Kurdistana Azad.

PKK eve û nayê guhertin. Lê ji aliyekî ve jî, siyaseta tevger û hinek aliyên Kurda bi xwe jî pişgiriya PKKê di van armancên wan ên xirab de dikin. Bila baş bê zanîn ku, bêdengiya li himber kiryarên PKKê yên li dijî destkeftinên Kurdistanî, pişgiriya herî mezin e.

Îran êrîş dike tê şermezar kirin, Tirkiye êrîş dike tê şermezarkirin, lê PKK êrîşa herî mezin dike, herkes bê deng e. Ev bê dengî bi awayekî şirikatiya helwesta PKKê ye.

Ji xwe wek gelek cara me gotî, mixabin medya başûrê Kurdistanê jî di pirsa PKKê de. kevira li linge xwe têxin.

Rewşa PKKê û helwesta li himber kiryarên PKKê vekiriye, lê mixabin heta aliyên Kurd di nava hesabên biçûk de bin, dê bi awayekî pişgirê siyaseta PKKê bin. PKK nexweşîya penceşêrêye, bikevê laşe kî de wan dikuje. Bila her aliyek hesabê xwe û vê yekê bike.

25.01.2024

Nêrîn/Şirove

Back to top button