FP: Amerika vekişandina hêza xwe ji Suriye gotubêj dike

Kovara Foreign Policy ya Amerîkî, di derbarê mayîna hêzên Amerikî li Suriye û rojavayê Kurdistanê, şiroveyek belav kir. Kovarê nivîsî ku piştî êrîşên Israîlê alozî û dijminatî li Rojhilata Navîn zêde bûne. Di nûçeyê de hat gotin ku rêveberiya Biden li herêmê pêşaniyên xwe yên leşkerî ji nû ve di ber çavan re derbas dike û ev yek ne surprîz e. Di nûçeyê de ku li ser agahiyên wezaretên Parastinê û Wezereta Derve hatiye belavkirin, wiha hat gotin: “Vekişîna leşkeran ji Sûriyê divê bibe sedema nîgeraniyeke cidî. Qesra Spî niyeta wê nake ku ji bo domandina mîsyonek ku ew nepêwist dibîne veberhênan berdewam bike.”
Di nûçeyê de hat gotin ku gotubûjên vekişandina hêzên Amerikî berdewam dikin. Berdewamiya nûçeyê de dibêje: Daxwaza vekişandina Amerikayê ji Suriye, wê rêxiztina DAÎŞê li herêmê cardin bi hêztir bike. Li Suriye wê nexweşîya navbera HDD/PKKê û Barzanî geştirbibe. Rewşa derkeve holê dê bibe sedema ku Tirkiye midexeleya herêmê bike.
America Is Planning to Withdraw From Syria—and Create a Disaster