Piştî derketina hêzên Amerikayê metirsiya şerê navxwe li Iraqê heye

Amerikayê biryar daye ku heta dawiya sala 2021ê hêzên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne. Di vê derbarê de Rojevakurd çend pirs ji nivîskar Remezan Kêvilî pirsîn. 

Rojevakurd: Gelo biryara Amrîkayê ku hêzên xwe yên leşkerî ji îraqê vekêşe biryareka tektîkiye ku hêzên Heşda şe’bî, bi taybetî yên ser bi Îranê ve razî bike, yan jî biryareke û dê cêbicê bike? 

Remezan Kêvilî: Weke diyar piştî rêkeftina stiratîjî ya di navbera Wîlayetên Yekgrtî yên Amerîkayê û Îraqê de li sala 2011 ê heta nuke ji bo vekêşana hêzên Emrîkî ji Îraqê hîç biriyareka aşkera nîne,  lê belê dibît, li gor wê rêkeftinê,  rolê evan hêzên Amreîkayî ji hêzên şerker bihête guhartin bo hêzên rahînikar ku erkê wan bibe meşqkirina hêzên leşkerê Îraqê bi gişitî.  Heta ku diyaloga stiratîjî jî de bi tinê erkê hêzên Emrîkayî hatiye guhartin, belê eve wê nagehînît ku ev pirse û babete, pirsa derketina hêzê Amerîkayê ji Îraqê pirsek ne cidî ye û Emirîka hizir li ser naket jiber vê çendê çend sînaryo hene.

Belê, fişarên hêzên herêmî û navxweya Îraqê dûr nîne Amerîkayê neçar biken ku biryarek bi vî rengî bidin, çunke şkestina Amerîkayê di pirojiyê xwe ya “dîmokratîkkirina Îraqê” da belgeye li ser hindê ku divêt Amirîka pêdaçûna vî babetî biket û gelek pirsên cidî hene taybet hêrişên mîlîşayên Heşda şe’bî li ser bingehên serbazî yên Amerîkayê namek zelal  û aşkeraye.‌

Amerîkayê di bin zixta êrîşê Heşda şe’bî ev biryar da yan jî armanceka dî ya Amirîkayê ji vê biryarê heye?

Vekêşana Amerîkayê ji Îraqê dê karîgeriyên mezin li ser prosa siyasî li Îraqê bi taybetî û deverê bi gişitî hebin û dûr nîne çarenivêsê Îraqê jî bi aqarek metirsîdar da derbaz bît.   Bihêzbûna mîlîşayên Heşda şe’bî li Îraqê  ne bi tinê metirsî ye li ser Herêma Kurdistanê, belkî li ser welatên Kendavê jî metirsiye,  dîsan Turkiya û çareserya Suriyê jî ta radeyekî dê kefte di bin metirsiyê da û eve hemî kêşeyên pêkve grêdayî ne. Jinavçûna leşkerê Îraqê yêk ji mitirsiyek bihêze çunikî heta nuke pirosa têkelkirina van mîlîşatan digel leşkerê Îraqê dest pê nekiriye aniku metirsî berdewame.‌

Eger Amirîka ji Îraqê vekêşe, rewşa Îraqê çewa dibe, şerê navxwe dest pê dike, dê rola Îranê çi be?

Eger hêzên Amerîkayê ji Îraqê derkevin, serhildana terorstên DAÎŞ girîmaneka bihêze di bin navê pişitevanîkirina devera sunî yan jî sepandina hindek stiratîjiyetên îslamî yan jî durstibûna fişarên Îranî li ser grupên mîlîşiya bo bercestekirina projê îranî yê berferhkirina (şoreşa Îslamî)‌ ku yêke ji stiratîjiyetên giring ku  Îran kar li ser diket.

Jiber vê çendê, pişitî derketina hêzên Amerîkayê metirsiya şerê navxweyî li Îraqê  heye û ev metirsiye migirtiyek gelek nêzîke ji rastiyê çunike ew dezgayên dewletê yên bihêz li Îraqê nehatine durst kirin.  Li vêre piraniya dîtina berev hindê diçin ku ev şere, şerê sunî-şî’î bît, belê dûr nîne dijî Herêma Kurdistanê jî pêngavên metirsîdar bihên havêtin, taybet nehêlana qewarê Herêma Kurdistanê, dibît ev dîtin biçek dûr bît belam yêke ji girîmanên bihêz jî û dimînît li ser şiyanên hêzên Heşda şe’bî.

Gelo Amirîka dê ji herêma Kurdistanê jî vekêşe? Eger vekêşe senariyoya Avganistanê li herêma Kurdistanê dubara dibe ku Heşda şe’bî êrîşî ser herêma Kurdistanê bike? divê serokatiya herêma Kurdistanê çi tedbîr werbigire? 

 -Herêma Kurdistanê pêdivî ye ji bo her sînariyoyekê xwe hazir biket çunike metirsiya lawaziya navmala kurdî mezintirîn pirsgirêke hemberî Herêma Kurdistanê û berî biryarek bi vî rengî bihête dan divêt kurd xudan stiratîjiyeteka neteweyî bin.

 Lê divêt em jibîr nekin ku arasta siyaseta derve ya Amerîkayê hatiye guhartin berev giringîdan bi devera  Rojhelata Asiya;  çewaniya bersîngirtina hejmuna Çînê li deverê, têkdana pirojê Rûsî yê kêşana  gazê ji Turkmanistan berev Afganistan û deverên dî û herwesa  rêgirtin li Rêka Herîrî bo hindê ku destê  Çînê kutir biket û wê li sinurên wê rawestîne.


YanıtlaYönlendir

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: