PolîtîkRojev

Ji %95ê civakê bawer nake ku pirsa Kurd bi çekdarî bê çareserkirin

Dezgehê lêkolînê METROPOLL du derbarê awayê çareseriya pirsa Kurd de li bakurê Kurdistanê û Tirkiye rapirsînek kir. Li gora encama vê rapirsînê di civatê de ji % 95 çareseriya pirsa Kurd bi awayek çekdarî nabînin , beşê ku çareseriyê çekdariyê de dibîne piranî endamên MHPê ne. Ji vî beşî ji MHP % 9.3 û ji HDPê %2.7 çareseriyê di şer de dibînin.

Başe civat ji bo pirsa Kurd çareseriyê di çi de dibîne, kesên beşdarî vê rapirsînê bûyîn li gora xwe bersiva vê pirsê didin.

Encam:

Çareserî bi hêzkirina demokrasiyê û rewşa ekonomik de ye: % 35.5

Çareserî berdemkirina şer e: % 5.5

Divê ekonomi gelek bê hêzkirin:% 19.5

Divê biratiya misilmanî bê pêşvebirin: % 22

Tu zanîna min tuneye û bersiv nedayîn: 17.4

Bê guman her rapirsîn li gora pirsên têne kirin hinek encaman dertêxin holê. Lê ev rapirsîn bi awayekî dide nîşandan ku gelek aliyên siyasî wek pirsek netewî ya miletekî li pirsa Kurd narênin. Tenê wek pirsek civakî li vê pirsê dinêrin û li gora wê jî bersivê pirsan didin. Ji bo vê yekê encama vê lêpirsînê girîng e .

Back to top button