Ji bo Talibana nas bikin 5 merc danîn

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, di kongreyeke rojnemevaniyê de da xûyakirin ku, eger Talîban mercên wan bi cî bîne, wê li ser asta navdewletî were naskirin.

Herwiha Jean-Yves Le Drian destnîşan dike, heta ku Talîban wan mercan bi cî nîne li ser asta navdewletî wê neye naskirin.

Mercên ku Fransayê danîne waha ne:

– Divê rê bidin wan Afganiyên ku dixwazin ji tirsa Talîbanê ji Afganistanê derkevin.

– Rê nedin Afganistan bibe alîyekî aram ji bo terorê.

– Rê bi çûna hevkariya mirovî ji bo ser xaka Afganistanê bê dayîn .

– Mafê mirovan, bi taybet mafê jinan bê parastin.

– Hikûmeteke demkî were pêkanîn.

Nerîna min :