Nivîsar

Pirsgirêka Kurd, PKK, Yên Lîberal û Îslam – 2

Hâlbuki heke Îslam miletan yek tîp bikira, ev qas netew, mezhep, civak, meşrep û terîqet dê çawa derketana holê? Gelo dê çawa vê diyar bikin?  Gelo Îslam kîjan miletê ne Ereb asîmîle kiriye? Ji Endonezyayê heta, Pasîfîkê, Mexrîbê/Fasê ma hemû civak û milet bûn Ereb? Ji Endonezyayê heta qeraxê Besre yê, zimanê kîjan dewletî Erebî ye? Ji Mezopotamyayê heta Adriyatikê çend civakên Îslamê zimanê Erebî ji  xwe re kirine zimanê zikmakî? Heke Îslam mîna di projeya dewleta netew de, yek tîp pêşbidîta; îro ji Malayiyê, heta Orduyiyê, ji Beluççiyê heta Peştuniyê, ji Farisî heta Kurdî, ji Çaxatayî heta Tirkiya Enedolê, Ernevutiyê, ev qas ziman dê çawa hebûna xwe bidomandana?  Ger wisa bûya, Tirkiya Osmanî zimanê Împaratoriyê bû , dê çawa bigihata Lingua Fransayî? Ma bi milyonann Berberî û Tuaregî, li Bakurê Efrîqa dê çawa hebûna xwe dewam bikirana? Ger wisa buya ma meyê çawa bizanibiya ku Exlebî ,Tafşîniyan, Muvahhîd û dewleta Benî Ehmer an jî fatihe Endulusê Tariq Bîn Ziyad, Silêman Cezûlî, Îbnûn Nahvî  Tevzerî, Îbn Tumert, Îbn Haldûnê Navdar Berberî ne? Heke wisa buya, ma meyê çawa bizanibiya Seleleheddîn Eyyûbî, Tâcu’l-Arifîn Şeyh Ebu’l-Vefâ, Molla Camî, Molla Güranî, alimê qireetê  Mewlana Ebu’l-Hayr Muhammed El-Cezerî’nin, Xoce Sededîn, Mewlâna Xâlîdê Baxdayî Kurdin? Şêx Ehmed El-Cezerî û Şêx Ehmed Eş-Hânî dê bikaribana helbest û dîwanên Kurdî binivîsin?

Li Rojavayê fikra ronahîbûnê, dewleta Netewî ku bi bandora şoreşa Fransiyan pêk hat, bi temamî li ser binyata fikra pozîtîvîst, ronahîbûn, dijberiya dîn û sekûler ava bûye. Ma însanên dindar xwestin wê projeyê li Tirkiye bixin rewacê? Ma ne ew qadrobûn ku  zorê dan ser mirovên misilman? Misilmantî bi deh salan bi destê dewleta Netewperest lêdan xwar? Tevî van hemû rastiyan, tê xwestin ku Îslam bi tawanbar kirina alîkariya dewleta Netewperest, bê darizandin. Halbîkû Îslam bi nirx û çanda pêk anî şuna asîmîlasyonê, yek tîp kirine, şuna komkujiya, qirkirina, bûye misogeriya civak û netewên ku li vê erdnigariyê dijîn. Heke ev misogerî bê rakirin dê erdnigariya me ji Yugoslavyayê kambaxtir bibe. Krîterên Kopenhagê, Seneda Nîhaî ya Helsînkî dibe ku azadiyên ferdî zêde bikin, lê nikarin fikr, hîs, bawerî, ramanên însanî û nirxên çandî ku misogeriyan hevjiyanê ne biafirînin.  Mirov dikarin bêjin ‘em birayên hev yên dîn (ol) in, em berê xwe didin heman qiblê, em bi heman kitêb û Pêxember bawer dikin’  lê nikarin bêjin ‘ em birayên hev yên lihevhatina Helsînkî ne an jî birayên hev yên Krîterê Kopenhagê ne’

Hin siyasetvanên Îslamperest ku wextekî ji îdeolojiyên totaliter bandordarbûn û ji hemû pevçûnên nav bera mezheban gilîdar dibûn û bitenê yek şîroveya Îslamê dixwestan, vê dewlemendiya dîrokî ne dixwestan, îro di bin navê demokraasî û azadiyê, hemû jihevbûn û şaşiyan diparêzin; bi hêlên din re hevkarî dikin û Îslam û rejimên totalîter  bi hev re nîşan didin.

Bitenê ne Îslamperestin berê ku di pirsgirêka Kurd de bi rewşenbîrên Lîberal re hev karî dikin, hin dîndarên Nurcî û Kurd jî meyl didin ku azadîbûna Kurdan, girêdayî ji Îslam û pêwendiyên bi ummetê re veqetîne.


Müfit Yüksel 

 

(xeberenkurdi.com)

Back to top button