Cîhan

Bîlançoya 18 mehan a şerê li Suriyê : Her roj 57 mirov dimrin

Li Suriyê, di adara 2011 an de şer û pevçûnan destpêkir û heta niha bênavber dewam kir. Di vê maweyê de, di encama pevçûnan de li Suriyê  29 hezar û 388 mirovên sivîl jiyana xwe wenda kirine. Ji van jê 2 hezar û 230 zarok in. 2 hezar û 517 jî jin hatine kuştin. Hejmara di 18 mehan de mirovên ku ji ber êşkencê jiyana xwe wenda kirine jî, 979 e. 

Di nav 18 mehên bi şer û pevçûnan de, herî zêde tebaxa 2011 an de mirov hatin kuştin. Tenê di meha tebaxa 2011 an de li Suriyê, 6 hezar û 808 kesa jiyana xwe wenda kirine. 

Li gorî daneyên ku Koma Bi Şoreşa Suriyê Re Piştgiriyê dane, di bûyeran de, 63 hezar û 400 sivîl jî birîndar bûne. 224 hezar û 400 mirov hatine binçavkirin. Hejmara mirovên wenda jî 76 hezar e. 226 hezar û 284 hemwelatiyên Suriyê, li gorî qeydan koçbera dewletên din bûne. Hemwelatiyên ku bê qeyd welat terk kirine, hejmara wan jî 180 hezar e. 

Di destpêka pevçûnan de heta roja îro, di 18 mehan de, serî her 25 deqa mirovek li Suriyê jiyana xwe wenda dike. Li gorî daneyan, serî her 10 deqa mirovek li Suriyê birîndar dibe û serê her 2 deqa hemwelatiyekî Suriyê welatê xwe terk dike.      

Back to top button