Kultur

Dêwê fîlma "Rêya Kesk" M.Clarke Duncan jiyana xwe wenda kir

Michael Clarke Duncan, akrorê sînemaya Holywoodê yê Amerîkî jiyana xwe ji dest da. Clarke Duncan, qeyrana dil derbas kiriye û di 54 saliya xwe de,  jiyana xwe wenda kiriye.

Dêwê sînemaya  Amerîkî, di fîlma “Rêya Kesk” de, bi aktorê herî bi navûdeng Tom Hanks re lîstibû û li ser wê fîlmê her ku çû hate naskirin. Di fîlma Rêya Kesk de bi rista John Coffey derkete pêşberî sînemahezan. Bi rista fîlma Rêya Kesk, a ku di sala 1999 an de hatibû çêkirin, di beşa xelata Oscarê de  a “alîkarê lîstikvanê mêr yê herî baş” de Michael Clarke Duncan wek namzet hatibû nîşandan.

Michael Clarke Duncan, di flmên herî pirr tên zanîn, fîlmên wek, “Armageddon”, “Kung Fu Panda” de jî lîstibû.   

Back to top button