MHP dixwaze Tirkiye êrîşê Kurdistana Başûr bike

Cîgirê serokê MHP-ê  Oktay Vural konferansek çapemeniyê darxist û behsa bûyerên vê dawiyê kir û ji Erdogan û Hukumetê daxwaz kir ku êrîşî Kurdistana Başûr bikin.

Vural bangî Erdogan kir û got: Ey hukumeta AKP-ê û Receb Tayib Erdogan,me desthilatdari da we. PKK hêja ji bakurê Irakê tê rêvebirin. Li wê herêmê PKK xwe xwedî dike û bi hêz dike. Barzanî wa xwedî dike. Ji bo çi hun wê herêmê naruxînin , xira nakin. Bo hun dihêlin hêja PKK ji wê herêmê bê û êrîşê leşker û polisên me bike.

Vural berdewambûna axavtina xwe de got: Di destê we de imkan hene çima hun nakevin Bakurê Irakê? Çima hun hêlînên PKK li Bakurê Irakê xira nakin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: