Li Qamişlo ji 25 ciwanên Kurd yên binçavkirî hinek hatin berdan
Hêzên rejîma Suriyê, li Qamişloyê 25 ciwanên Kurd girtibûn binçavan. Li ser vê, Kurd daktibûn kolanan û nerazîbûnên xwe bi awakî tund nîşan dabûn. Hêzên parastina civaka Kurdan jî, li hemberî 25 ciwanên Kurdan, 8 endamên hêzên ewlehiyê girtibûn bin çavan. Li ser vê mijarê hevdîtin pêk hatin û di encama hevdîtinan de hin ciwanên Kurd yên binçavkirî hatin berdan.
Doh li Qamişloyê, ku bajarê Rojavayê Kurdistanê yê herî zêde Kurd lê dijîn e, hêzên Beşşar Esed, li navenda bajêr, bi sedema ku leşkerî nekirine, 25 ciwanên Kurd binçav kiribûn. Li ser vê bûyerê, bi deh hezaran Kurd, daketin kolanan û meş lidarxistin. Hêzên parastinê yên civakê jî 8 leşkerên rejîma Suriyê girtibûn binçavan.
Li ser daxwaziya hêzên rejîmê, di navbera aliyê Kurd û rejîmê de hevdîtin pêk hat. Piştî hevdîtinê, çend ciwanên Kurd hatine berdan lê, hîn çend ciwanên Kurd yên di destê rejîmê de ne ne diyar e. Hêzên parastina sivîl yên civaka Kurd jî, hîn 8 leşkerên ku di destê wan de ne bernedane. Di navbera her du aliyan de hevdîtin dewam dike.
Dîsa, vê sibê rêvebirê PYDê Rodî Osman, ji navçeya Serê Kaniyê ku diçû Qamişlo, hatibû girtin. Piştî hevdîtinan, Rodî Osman jî hatiye serbest berdan.
Li Qamişloyê, di pêşengiya Komeleya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) de, piştî binçavkirinan bi deh hezaran Kurd, ku pirraniyê wan ciwan bûn, li kolanan ji sibê heta danê êvarê meş û çalakiyên protestoyê lidarxistibûn.