Têkeliyên dîrokiyên navbera Kurdistan û Fransayê

Bi minasebeta destbikarbûna wî weke kosulê nû yê konsulxaneya Fransayê a li Hewlêrê, Alan Gebrat serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Di dîdarekê de ku, Karwan Cemal cîgirê berprisê têkeliyên derve amade bû, Felah Mistefa bi navê hikûmeta herêma kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li konsulê nu yê Fransayê kir û got ku, ji bon ku ew dikar û xebatên xwe de serkeftî be, fermangeha têkeliyên derve dê hemû alîkarî û hevkariyê pê re bike.
Mistefa di berdewamiya axavtina xwe de têkeliyên dîrokiyên navbera Kurdistan û Fransayê bilind nirxandin û got ku, Fransa roleke meszin di piştgiriya doza rewaya gelê kurd de lîstiye û nuha ji bo pêşxistina wan têkeliyan di warên cuda de, derfetên baş hene.
Berprisê têkeliyên derve got:
– Hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe, yên di warê cihêde, digel dinyayê berfireh bike û di warê aborî, geşepêdan û avadankirinê de bernmeyên mezin li pêşiya xwe deynan e. Hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke zêde bi sektora taybet dide derfetên baş ji bo kompanî û berhemhêneran dabîn dike daku li herêma Kurdistanê û tevaya Îraqê beşdariyê di pirosesa avadankirin û binyatdananê de bikin.
Konsulê nû yê Fransayê got ku, ew kêfxweşe li herêma Kurdistanê, weke konsulê konsulxaneya Fransayê dest bi karê xwe dike û ji bona zêdetir pêşxistina têkleiyln Navbera Hewlêrê û Parîsê berheviya xwe nîşan da.