Polîtîk

Hisên: Kirîza siyasiya Îraqê berdewam e

     
Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, kirîza siyasiya navbera Hewlêr û Bexdayê hêwir bûye, û tekîd li ser çareserkirina kirîza Îraqê kir. Hisên got ku divê siyasetmedarên Îraqê baş hizira xwe bikin ka çawa reftarê digel vê kirîza siyasî ya ku, rastî deverê û bi taybetî rewşa nuha ya Suriyeyê û buhara erebî de, bikin.

Fuad Hisên ji radyoya Îraqa Azad re got:

– Kirîza siyasiya Îraqê berdewam e, lê bi awayekî nermtir. Hemû alî behsa hebûna kirîzê dikin, lê behsa çewaniya çareserkirina wê kirîzê nakin. Li ser hemû aliyan pêwîste hizra xwe di çareseriyê de bikin. Hevpeymaniya Niştimanî (Lîsta Nurî Malikî) dibêje wê pakêteke çareseriyê amadekiriye, lê heta nuha ew pakêt negehiûtiye destê aliyên din ku, nirxandina li ser bikin.

Hisên got ku, eger pirsên navbera Bexda û Hewlêrê bi vî awaî bimîn in, dê tesîreke neêgetîv li ser rewş û statuya Îraqê li deverê hebe:

– Eger bi vî awayî pirs bê çareserî bimîn in, dê li ser rewşa siyasiya bibe xeter. Em di wê bawerê de nek u, pirsgirêk ne bi tenê li Îraqê ye, lê li hemû deverê pirsgirêk hene û eger bi awayekî cidî kar ji bo çareseriya wan pirsgirêkan neyê kirin, rewşa deverê dê zêdetir ber bi kirîzeke kûrtir biçe.

Back to top button