Polîtîk

Çetin:Tirkiye hêviya xwe bi Barzanî ve girêdaye

Hikmet Çetîn kurdeke ji Diyarbekir ji qeza Licê ye. Çetin di CHP-ê de siyaset kiriye û di demekî serokatiya parlementoya Tirkiye û herweha wezîritiya derve ya Tirkiye jî kiriye.

Hikmet Çetin jî di derbarê bûyerên Rojhilata Navîn û siyaseta ku Îro hukumeta Tirkiye rêve dibe dîtinên xwe dan xuyakirin.

Çetin siyaseta hukumetê bi giştî rexne dike û dibêje ku divê pêwendiyênTirkiye  li gel Rusya gelek başbin. Çetin di derbarê pirsa Suriye de dibêje: Siyaseta hukumetê çewte. Niha jî mecal heye ku li gel Beşar Esad pirsgirêka suriye bête çareser kirin. Diviya Tirkiye di pirsgirêka suriye de li gel Rusya tifaqek kiriba û hewlbida rolekî baş bileyze.

Hikmet çetin di berdawamiya axavtina xwe de dibêje: Siyaseta hukumetê welê kir ku hişt Tirkiye heviya xwe Barzanî ve girê bide. Ev e ku niktaya siyaseta Tirkiye lê sekinî.
Dema Çetin dibêje ku“ hukumet heviya xwe barzani ve girêdaye“ li vê derê dide diyarkirin ku çewe dewletek wek Tirkiye bikeve rewşekî de muhtacê yek wek Barzanî bibe.

Back to top button