Cîhan

Li Misirê laçik (turban) vegeriya ser ekranê

Li Misirê piştî demeke dirêj, jineke bi laçik (turban) li ser ekranên televizyona deleta Misirê nûçe pêşkeş kirin. Di heyama Husnu Mubarek de, jinan nikaribûn bi laçik derkevine pêşkêşvaniya nûçeyan, ew hatibû qedexekirin.

Pêşkêşkirina nûçeyan a jina bi laçik a li ser ekranê televizyona dewletê, li welatê Misirê di nav gel de niqaş derxist. Çimkî, Husnu Mubarek qedexe kiribû û piştî şoreşa Misirê partiya îslamî a Brayên Misilman ku hate ser desthilatdariyê, di warê pergaleke nû a îslamî de dest bi gav avêtina kir. Ji wan yek jî, rakirina qedexeya li ser ekranên televizyona dewletê a ji bo jinên ku laçik didin serê xwe  ye. Li ser ekranê Channel 1’ê, pêşkêşvan Fatma Nebil, bi laçik derket û nûçe pêşkêş kirin. Di nav beşên laîk de bertek hatin nîşandan.

Heta niha li Misirê, jinên bi laçik, li paş kamerayan ancax karibûn bixebitin.

Li Misirê pirraniyên jinan serê xwe digrin. Di demên dawiyê de her diçe ligel serê xwe girtinê, êdî jin rûyê xwe jî digrin.   

Back to top button