Serok: Ez bi navê gelê Kurdistanê spasiya we dikim (Video)
Îro 03.09.2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li gundê Qahîreya ser bi devera Zummar kir ku ji lîwayên çar û heşt û artêşên çar û pênç û beşekî ji hêzên Zêrevanî pêkhatibû.
Piştî ji nêzîk ve haydarbûna rewşa hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û lêpirsîna kar û çalakiyên wan, Serok Barzanî gotarek pêşkêşkir û têde spasiya helwesta netewiya hêzên Pêşmergeyan kir û rol û erkên Pêşmerge yên di parastina Kurdistanê û bi destkeftiyên wê de, bilind nirxand.
Gotara Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel hêzên Pêşmergeyên li devera Zummarê
Hatina min ya serdana we ji bo wê hindê ye ku spasiya we bikim û ew destheliya we nîşandayî û ew amadehiya we nîşandayî dema ku ev devere mijulbû tuşî karesatekî bibe ku di encameke ne ya rast ji reftareke neya rast û biryareke ne ya rast ku ji aliyê Bexda ve hatiye wergirtin.
Piştî ruxana rejîma Beesa 2003 artêşa Iraqê hate dirustkirin sedî 90 wê ji Pêşmerge hate dirustkirin, niyeta me ew bû û îro jî niyeta me ewe ku careke din tivinga Pêşmerge û tivinga artêşê Iraqê rû bi rûyê hevdû nebin, û emê hemû hewlekî bidin ku ev siyasete ser bigre û em hemû pêkve bergiriyê li Iraqê û li Kurdistanê jî bikîn. Bes eger kesek wiha hizir bike ku dê teheddayê û zextê li Pêşmerge bike û destdirêjiyê bike li ser Herêma Kurdistanê hemû demekî Pêşmerge amadeye ji bo fedakariyê.
Me hevpeymanî û ittîfaq heye û tensîq û pêwendî heye her karekî ku bi ittîfaq û bi tensîq bête kirin Pêşmerge jî beşeke ji manzuma bergiriya Iraqê. Emma reftareke wiha bête kirin tecawila Herêmê bête kirin, tecawula Pêşmerge bête kirin hîç bi rengekî nayê qebulkirin.
Ew helwesta we nîşandayî cihê serbilindî û spasguzariyê ye ez bi navê gelê Kurdistanê û bi navê xwe spasiya we dikim û we zehmet kêşa… gelek rojan hun bi rojî bûn, cejin bi ser de hat hûn li dûrî zarokên xwe we bergiriyê li welatê xwe kir. Destên we xweşbin û her bimînin…
Me dixwest em ji vê derfetê sûd wergirin me dawet şand ji bo efserên artêşa Iraqê jî. Me pê xweşbû ew jî bên pêkve li gel we rûnin û mîhvanê me bin, lê wekî bersîv bo me hatiye wan gelek pêxweşbû ku li gel me bin lê wekî diyarbû Fermandeya Giştî û Mekteba Hêza Giştî diyare ferman dane ku neyên. Helbet me pê xweşbû ku bên, lê madem nehatin bi hêviya xwedê heta derfeteke din…
Tawsiye û şîreta min ji bo we eve ku hûn hişyar bin, hiç tiştekî îftîfzacî ji aliyê we ve nebê, lê her destdirêjiyeke bête kirin li ser gelê Kurd û yan Kurdistanê amadebin ji bo bersîvdanê û xwedê piştevaniya we be û gelek spas…