Polîtîk

PKKê Abdulmecît Tarhan ku serokê Colemêrgê yê AKPê ye revand

PKKê serokê bajarê Colemêrgê yê AKPê ku du heyamên vê peywirê bicih tîne, parêzer Abdulmecît Tarhan revandiye. 

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, doh êvarê gerêlayên PKKê serokê bajêr yê AKPê Abdulmecît Tarhan, li ser rê girtine û bi xwe re birine. Tirimbêla Tarhan, 25 kîlometre dûra bajêr, li nêzika gundê Talê (Ogul) hatiye dîtin.

Malbata Abdulmecît Tarhan diyar kirine ku, şeva borî vir ve ji wî xeber negirtine.

Di derbarê mijarê de walîtiya Colemêrgê jî daxuyan ku, di derbarê revandinê Tarhan de ti agahî di destê wan de tine ne.  

Back to top button