Li navenda Beşebabê pevçûn: 10 polîs û leşker mirin
Doh (02.09.2012) seet di derdorê 22.00 an de, li nevemda navçeya Şirnexê li Beşebabê, gerîlayên PKKê êrîş birine ser gellek noqteyên leşkerî. Bi bersiv dayîna êrîşa, di navbera gerîlayên PKKê û hêzê ewlekariyê de pevçûn derket. Pevçîn li navçeyê qasî 3 seeta dewam kiriye. Di encama pevçînan de 10 polîs û leşker, 3 jî gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Cenazeyê 3 gerîlayên ku jiana xwe wenda kirine, ji aliyê gel ve hatiye xwestin ku bê rakirin lê, hêzên ewlekariyê midaxeleya gel kirine û di navbera gel û hêzên dewletê de jî pevçûn qewimîye. Leşkeran, cenaze ji gel standine.
Ajansa nûçeyan a navneteweyî AFPyê, di derbarê pevçûna li Beşebabê de, di nûçeya ku weşnadiye de diyar kiriye ku, di pevçûnên li Beşebabê de 10 leşker û 20 gerîlayan jiyana xwe wenda kiriye.