Civak
Peyama sersaxiyê ji serokê herêma Kurdistanê

Bi xemgînî nûçeya koça dawî ya hunermendê navdar ê Kurd Îsmaîl Xeyat gihîşt min.
Nemir hunermendekî pêşeng di warê wênesaziyê de bû ku bi hunera xwe ya bilind xizmeta çanda gelê xwe kir.
Ez sersaxiyê ji hevjîn, xizm, dost û hevalên wî û hemû hunermendên Kurdistanê re dixwazim.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê wefat bi dilovaniya xwe şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2022/10/2