Nivîsar

Peyama gel gihîştiye

Êdî ti kes nikare hêviya vê yekê bike û metirsiyeke hebûna Herêma Kurdistanê çêbike. Ji raya giştî ya navneteweyî re îspat kir ku gelê Kurd sax e, hişyar e û amade ye rêya xwe bibîne…

Zikrî Musa

Girîngiya hilbijartinên 20’ê Cotmeha 2024’an ji bo PDK’ê ji hilbijartinên 1992’an ên Herêma Kurdistanê ne kêmtir bû. PDK’ê jî weke hemû partiyan deng û baweriya gelê Kurd bi dest xist. Ev jî tevî bi dehan komployên curbicur ên ewlekarî û aborî yên navxweyî, Iraqî û derve yên ji bo lawazkirin û jinavbirina pêgeha PDKê û şerê medyayî û derûnî yê berfereh li dijî PDKê û herwiha guhertina sîstema hilbijartinan û hewldana jinavbirina ya dawî ye. Hilbijartin ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ve hat kirin û hemû îdiayên ku dibêjin PDK bi rêya komîsyonê dikare destwerdana encamên hilbijartinê û proseya dengdanê bike bi dawî bû.

Bê guman eger di vê hilbijartinê de sîstema yekalî bihata kirin, dê hejmara kursiyên PDKê ji ya niha gelek zêdetir bûya. Lê belê em ji bîr nekin ku dengên zêde yên PDK’ê di sîstema çar çerçove de belgeyeke bihêz û nayê înkarkirin li ser pêgeha PDK’ê di nava gelê Kurd de û baweriya gelê Kurd bi kiryar û dirûşmên PDK’ê dubare dike. Ji ber vê yekê gel bawerî da PDK’ê ji ber ku yekane partiya ku ji bo paşeroja welat xwedî bernameyeke zelal bû.

Hilbijartinên 6emîn ên Parlamentoya Kurdistanê derseke girîng û dîrokî bû ji bo partî û aliyên siyasî yên li ser rastiyan, dilsozî û keda wan.

Hilbijartinên 20’ê Cotmehê ku ji aliyê civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ve hate pêşwazîkirin, hem ji aliyê beşdarbûnê, hem ji aliyê teknîkî, hem ji aliyê amadekarî û hem jî ji aliyê ewlehiyê ve mînak bû. Hemû partiyan gelek wext hebûn û amadekariyên rêxistinî û medyayî yên baş kiribûn ku alîgirên xwe ji bo beşdarbûnê teşwîq bikin. Pêvajo tevî aloziyên devkî di atmosfereke aram û aştiyane de birêve çû, ku ev jî destkefteke mezine ji bo Herêma Kurdistanê ku di rewşa aloz û ne aram a navçe û cîhanê de karibe proseyeke demokratîk û aştiyane birêve bibe.

Girîngiyeke din a vê hilbijartinê jî nûkirina rewatiya Herêma Kurdistanê ye, ku gelek aliyên navxweyî û derve hewl didin wê rewatiyê ji holê rakin. Êdî ti kes nikare hêviya vê yekê bike û metirsiyeke hebûna Herêma Kurdistanê çêbike. Ji raya giştî ya navneteweyî re îspat kir ku gelê Kurd sax e, hişyar e û amade ye rêya xwe bibîne. Divê em hemû girîngiya vê destkeftiyê fêhm bikin û rêz li biryar û vîna gelê Kurd bigirin. Bila tu kes xwe bi xwendinên nefret, ne mentiqî û facebookê xweş neke, biryar û peyama gelê kurd pir zelal e û cîhanê jî ev peyam girtiye.

Back to top button