Cîhan

Îran: Emê xwe li hember êrîşên Îsraîlê biparêzin

Piştî êrîşa Îsraîl li ser Îranê, Îran da xûyakirin ku ewê xwe li himber êrîşên Îsrailê biparêzin.

Îsraîl hişyarî da Tehranê ku eger bertek nîşan bide ew ê berdêlek giran bide. Amerîka, Almanya û Brîtanya bang li Tehranê kirin ku rageşiyê zêde neke.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden piştî êrîşên Îsraîlê got ku ew hêvî dike “ev dawiya [rageşiyê] ye.

YE bang li hemû alîyan kir ku ji bo ku “serhildanek wenda” dûr nekevin, xweragiriya herî zêde bikin.

Welatên din jî di nav de gelek cîranên Îranê êrîşa Îsraîlê şermezar kirin û hin welatên din jî di nav de Rûsya jî bang li her du aliyan kirin ku aram bibin. Moskow got ku divê ji “senaryoya felaketê” dûrbikevin..

Îran, tekez kir ku “maf û erka” wê heye ku xwe biparêze. Di vê navberê de, Hizbullaha Libnanî got ku hejmareke êrîşên roketî li dijê îsraîl kirine.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku roja Şemiyê 80 roket li ser sînorê Îsraîlê hatine avêtin.

Piştre Hizbullah hişyarî da xelkê li zêdetirî 20 wargehên Îsraîlê ku ji cihê xwe derkevin.

Back to top button