Amerikayê biryar daye ku heta dawiya sala 2021ê hêzên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne. Di vê derbarê de Rojevakurd çend pirs ji Kamîran Haco, berpirsê pêwendiyên derve yê ENKSê pirsîn.
Rojevakurd: Gelo biryara Amrîkayê ku hêzên xwe yên leşkerî ji îraqê vekêşe biryareka tektîkiye ku hêzên Heşda şe’bî, bi taybetî yên ser bi Îranê ve razî bike, yan jî biryareke û dê cêbicê bike?
Kamîran Haco: Hınek jı şırovekarên siyasî dibêjin ko intrêsa Emrîka ji Rojhilata Navîn re kêm bûye û ne weke berê ye, ji ber ko mehtêciya wê bi pitrola wir kêm bûye, ew jî ji ber pitrola kevirî ko li Emrîka peyda bûye. Ji 29% ko carê mehtêciya Xwe ji wir temîn dikir niha bi tenê 13% tênê.
Di vê çarçovê de mirov karê biryara vekişînê ji herêmê şirove bıke.
Herweha, hinek egerên dî ji hene ko karin bibne sedemê vekişandinê , ji wan ew e ko rêveberiya Biden metersiya sereke li ser Emrîka di tehdîda Çînê de dibînê, loma dixwazê hemî hêza xwe li himber vê metersiyê kom bike, û herweha di wê baweriyê de ne ko dikarin berjewendiyên xwe bi riya hêza xwe ya nerm pêk bîne, bi taybet di riya hêza xwe ya aborî de, loma ji deverên ko metersî li ser hêzên wan hebe û qezenca wan ne li gor qurbaniyên wan be, vekişînê dibijêrin.Ev heta radeyekê li Efganistanê wa bû.
Li Iraqê hîna ne xuya ye wê pêşeroja hêzên Emrîkî çi be. Weke hatî ragihandin wê erkê wan ji hêzekî şerker bibe hêzekî ji bo rahînanê. Ev dikare weke taktîk bê nirxandin.
Lê di baweriya min de hîna zû ye ko Emrîka ji wir vekişe. Gava Biden dibêje metersiya têrorê li Sûrya ne weke ya Efxanistanê ye, dêmek rê li ber manê xweş dike.
Heta ko ji İraqê vekişe jî , wê li herêmê bi giştî xwedî bandor be ji ber bingehên wêy leşkerî li herêmê pir in, weke nimûne li Qwêt 13000, Qeter 13000, îmarat 5000, Behrên 7000, Siûdiyê 3000, Urdun 3000, Tirkiya 2500, Sûrya dor 1000 leşkerê wê hene•
Ev dewlet hemî jî hawîrdorê Îraqê ne.
Bi kurtî di pêşerojê de belkî Rojhilata Navîn giringiya xwe ya berê nemîne di stratîciya Emrîkî de, lê nayê wê wateyê ko guhertinên dramatîk di nêzîk de bibin, ji ber di vê herêmê de hîna hevalbend û berjewendiyên wê hene , û valahiya ko pêk bê wê rikberên wê dagirin, lê pêwîst e her kes planên xwe li gor wê bike ko Emrîka dê her vekişe.
Amerîkayê di bin zixta êrîşê Heşda şe’bî ev biryar da yan jî armanceka dî ya Amirîkayê ji vê biryarê heye?
Wa xuya dike, weke ko di bersiva yekem de hatî gotin, ev vekişandin di çarçova siyastet û stratîciyeke nû ya Emrîka de pêk tê û ne di bin fişara heşıd û Îranê de dibe. Ji xwe fişareke ji dil ji herdû aliyan ve çênebûye. Şerê rokêtan bêtir name bûn di çarçeva danûstandinên peymana atomî de.
Ya balkêş ewe ko hinek çavdêrên siyasî dibînin ko vekişana hêzên Emrîkî ne di berjewendiyên Îran û Heşda şeebî de ye ji ber du sedeman : Îran ji ber bawer dike ko paş vekişandinê goman heye Emrîka ambargo deyne ser Iraqê jî û bi vî awayî jêdera sereke ya peran ji Îranê re tê birîn û rewşa wê aborî aloztir dibe,
Heşid jî bêy hêzên hevpeyman û hêza wanî asmanî , nikare şerê Daiş bıke.
Hatina serokekî tundrew weke Reîsî li Îranê wê bi xwe re siyaseteke nû bîne li himber Iraqê û Emrîka û meyandina Uranium ya vê dawiyê nameyeke ko rewş wê aloztir bibe û wê herêmê berû asoyekî metirsîdar ve bibe.
Eger Amirîka ji Îraqê vekêşe, rewşa Îraqê çewa dibe, şerê navxwe dest pê dike, dê rola Îranê çi be?
Eger mirov sînaryo ya vekişandinê û ne mana Iraqê di stratîciya Emrîkî de bîne ber çav, wî wextî Îran dibe hêza yekem xwedî bandor li Iraqê. Nakokiya heyî di nav Şîee û Sune de pir dijwartir dibe û grûpên têrorîst xurtir dibin û dewletên Ereb û Sunî ( bi taybet Tirkiya) ,wê piştgîriya Sune bikin û şerekî navxweyî bê çare ye. Heta Sune li Iraqê û Sûrya ne gihine mafê xwe wê şer berdewam be, û têror raneweste.
Ya herî dijwar ewe ko nakokiyên Şîee û Sune pir kûr in ko ne bi tenê siyasî ne lê belê olî ne jî ko herdû alî jî hevdû qebûl nakin.
Gelo Amirîka dê ji herêma Kurdistanê jî vekêşe? Eger vekêşe senariyoya Avganistanê li herêma Kurdistanê dubara dibe ku Heşda şe’bî êrîşî ser herêma Kurdistanê bike? divê serokatiya herêma Kurdistanê çi tedbîr werbigire?
Egera vekişanina ji Kurdistanê jî xurt dibe eger ji Iraqê vekişe, ji ber pirsên destûrî ko Kurdistan beşeke ji Iraqê.
Kurdistan jî bêy piştgîriya welatekî weke Emrîka, dê bikeve rewşeke pir dijwar de û fişara Îranê wê li ser zêde bibe û derketina şerekî ne dûr e. Lê ez bawer nakim ko tecruba Efxanistanê li Kurdistanê dubare bibe, ji ber ferqeke mezin di nav herdû welat û civatan de heye, û ez ne bawerim ko Emrîka dev ji Kurdistanê bi rihetî berde. Ji ber hawîrdorê Kurdan berû desthilat û civatên olî ve diçin û dûrî nirxên Rojava dikevin, lê Kurd berûvajî vê yekê bêtir berû şarıstanıyê ve diçin û nirxên Rojava bêtir qebûl dikin û ev dikare xurtiyek bê ji wan re. Lê ev bi tenê têrê nake û divê Kurd karibin berjewndiyên xwe û welatên herêmî û navnetewî bi hev ve girêdin.
Yek ji pirsên sereke ko mirov ji axaftina Biden , li ser Efxanistanê, bigre û sûdê jê wergire ew e ko piştgîrıya Emrîka heta dawiyê namîne û hinek pirs hene bi xwediyê cih ve girêdayî ne û eger pêk neyên dê buhayê wê giran be, weke prisa dêmokratiyê, rêveberiyeke ko ji miletê xwe re kar bike, vîna avakirina welat , transperans (şefafıyet ), û ji hemiyê girîngtir ew e ko Kurdistan karibe nakokiyên navxweyî çareser bıke.