Pêwendiyên YNKê û PKKê û nirxandina Kurda !

Ji berê pêde di nava siyaseta Kurdan de, tiştek gelek balkêş heye, piraniya cara bûyerek di nava Kurdan bi xwe de roja heta meha û sala tê gotubûj kirin. Piraniya aliyên siyasî gelekî guh nadin van gotubêjan. Lê piştî demek dirêj dema rojnemevanek biyanî yan jî siyasetmedarek biyanî behsa hemen tiştê bike, ew di nava aliyên siyasî yên Kurdan de dibe manşet û bi rojan di rojevê de dimîne. Wek ku tu cara kesekî behsa heman mijarê nekiriye. Heta hinek aliyên siyasî vê yekê wek propagandeyekî hewldidin bi karbînin.
Niha li Kurdistanê her kesek aliyek û insanek normal rewşa serokêYNKê Bafel Talabanî dizanî çiye. Herkes dizane ku pêwendiyek di navbera Talabanî û PKKê de heye û ev yek ne veşartiye. Lê çi hikmetbe, piştî wezîrê derve yê Tirkiye behsa pêwendiyên Bafel Talabanî û PKKê kir, wek tiştek nû ye di medyayê de cih girt û taybetî di medya Tirkan de bû cihê gotubêjan, bernameyên cur bi cur li ser vê mijarê hatin çêkirin.
Niha pirs çiye? Gerek em kurd i xwe behsa birînên xwe bikin û ji bo saxkirina birînan helbidin.
PKK wek penceşêrê di nava laşê Kurdistanê de belav bûye. Heta niha tu partiyek yan jî aliyek Kurd tuneye ku tujî vê nexweşîyê nebûye. Lê belkî hinekan xwe bi awayekî jê rizgar kir û hinek jî ketin êşa giran û ka bi vê nexweşîyê dimrin yan jî xwe rizgar dikin nayê zanîn.
Tê zanîn ku, PKK, Qendîl di bin teheqûma Îranê de ye. PKKê pêwendiyên gelek bi hêz Şîeyên Iraqê re jî hene û ev ne veşartiye. Girêdayî vê yekê û belkî jî bi sedema hinek pirsgirêkên navbera PDKê û YNKê de Bafel Talabanî bi germî pişgiriya PKKê dike. Lê pêwendiyên PKKê û YNKê de, PKK YNK kiriye di bin bandora xwe de. Ev yek kengê bi çi awayî xwe dide kifşkirin nayê zanîn. Lê roja ku ev yek derkeve rûyê erdê û YNK bixwaze berxwe bide kes nizane çi diqewime.
Roja PKK hatî damezirandin heta wek îro, ji aliyê hinek siyasetmedar û hindikbêjî ji aliyî siyasetan ve behsa rwşa PKKê û armancên wan yên li dijê Kurdistanê tene kirin. Lê kesekî gelekî guh neda vê yekê. Her aliyê siyasî welê zanî ku PKKê ji bo xwe bi kartînin. Lê dîtin ku, PKK feydeyek mezin ji wan dibîne û hewldan rastiya xwe fam bikin.
Gelo niha dema wezîrê derve yê Tirkiye behsa pêwendiyên Bafel Talabanî û PKKê dke çi tê guhertin? Hakan Fîdan behsa pêwendiyên herdu aliyan kir, lê gelek vekirî bala YNKê jî kişand û da xûyakirin ku, YNK dikare bibe armanca êrîşên wan jî. Niha di nava YNKê de hinek alî ji vê yekê acizin û gelek cara bala Talabanî jî kişandine. Lê Bafel gelek guh nade derdora xwe. Ne dûre ,eger ev helwesta Bafel berdewam be, dê erdnigariya di bin kontra YNKê de bibe armanca êrîşên Tirkiye. Dê hinge bi tenê Kurd vê yekê şermezar bikin. Wek din kesek nikare tiştekî bike.
YNK niha , taybetî piştî axavtina Hakan Fidan di nava panîkê de ye. Hewldide li gel rayadarên Tirkiye hevdîtina bikin. Lê Fidan dixweyê ji berî niha li gel Qubat û Bafel Talabanî hevdîtin kirine, û helwesta YNKê de tiştek nehatiye guhertin.
Bê guman ev babetek gelekî berfirehe, di nivîsek diduyan de nayê îzah kirin. Lê tenê ji bo balkêşandinê destpêkeke.
Ji aliyek din ve siyaseta YNKê ya nêzikî Îranê û nêzikî Bexdayê jî tê zanîn. Niha YNK di çi çerçoveyê de vê mijarê gotubêj dike, heja ne eşkereye, belkî jî tu gotbêjekî nake, serguhê xwe re tavêje, nayê zanîn.
Lê tişta ku YNKê bike kifşe, divê ji dev van fen û fîtan berde. Ji bo yekdengiya Kurdan erkê xwe bîne cih û di dimnê Hukumeta Herêma Kurdistanê û dezgehên Kurdistanî de ji bo yekgirtinek Kurdistanê hewlbide û berê xwe ji Bexdayê behtir bide Hewlêr û siyasetek rasteqênî rêve bibe. Dê hinge rewşa siyasî jî bê guhertin û Kurdistan jî li himber hemî cureyên êrîşan behtir bê parastin.
Herî dawî; divê Kurd xwe bi xwe nasbikin, heta ku xwe bi xelkek biyanî nasbikin , dê ne xwediyî bîr û baweriyên xwe bin…..
19.01.2024
Nêrînin/şirove
N.Firat