Nivîsar

Pêvajoya “tesviyekirina PKKê“ û Ocalan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê behsa kaşo pêvajoyek nû ya çareseriyê tê kirin. Di vê derbarê de gava herî radikal serokê MHPê Devlet Bahçelî avêt. Bahçelî bi navê Tifaqa Cumhur daxûyaniyek da û Erdogan jî bi hemû awayî pişgiriya xwe di vê derbarê de da kifşkirin.

Bahçelî got: Bila Ocalan werê parlementoyê û di guruba DEMÊ de daxûyaniyekî bide û devjêberdana çekan û fesih kirina PKKê ragihîne. Di vê derbarê de gelek nirxandinên cuda hatin kirin. Ji xwe piştî vê daxûyaniyê Qendil bi êrîşa intixarî ya Enqere bi awayekî bersiva daxûyaniya Bahçelî da. Lê niha jî, dê cardin li ser daxwaziya Bahçelî hevserokên DEMê biçin Îmralî û li gel Ocalan hevdîtinê bikin.

Dezgehên dewletê eve demeke li gel Ocalan hevdîtina dikin. Dewlet dixwaze girêdana nava DEM û PKKê de qut bike û hewldide ku DEM li gel Ocalan tevbigere. Ji tayin kirina qayûman bigrin heta êrîşên tund yên Tirkiye li başûr û rojavayê Kurdistanê li dijê çekdarên PKKê di çeçova hevdîtinên li Ocalan de ye.

Sedemê vê helwesta Tirkiye ji aliyê Erdogan ve bi vekirî hate diyarkirin. Erdogan daxûyakirin ku, li herêmê guhertinên mezin rûdidin, Îsrail dikare êrîşê Tirkiye jî bike. Ji bo vê yekê divê em pirsgirêkên di nava xwe de ji holê rakin û eniyek navxweyî bi hêz avabikin daku, em bikaribin li himber êrîşên derve yekitiya xaka xwe biparêzin.

Piştî rûdanên Tirkiye û gotubêjin ji bo devjêberdan û tesviyekirina PKKê têne kirin, di carkî de bi êrîşa HTŞ û gurubên opozisyona Surî li dijî rejima Esad rojev hate guhertin. Lê di rastiyê de dixweyê herdu pêşkevtin bi hevre girêdayine. Eve demek bû Tirkiye dixwaza li hevhatinekî li gel Esad bikira, di asta wezaretên bergirî û dezgehên îstixbaratan de Tirkiye û Suriye di nava hevdîtina de bûn. Lê Esad hevdîtin li gel Erdogan qebul nekir û mercê ku Tirkiye ji axa Surî vekişe dida pêşiya Erdogan. Rusya jî pişgiriya vê helwesta Esad dikir.

Lê niha li Idlibê û Helebê êrîşa ji nişkave hatî kirin, dixweyê bi pişgiriya Tirkiye ye. Taybetî piştî Îsrail li Libnanê Hizbullah têkbir û li Suriye gelek cara êrîş birin ser bingehên leşkerî yên milisên Îranê, tevgera ku bi wekaleta Îranê pişgiriya Esad dikiran gelek zeyif bûn. Îsraîl pîşgirên rejima Suriye yanî Hizbullah û Milisên Îranê bi awayekî ji holê rakirin. Muxalefeta Suriye bi pişgiriya Tirkiye ev yek wek firesendekî zanîn û êrîşa xwe destpêkirin. Li vê derê Îran eşkere Tirkiye tawanbar dike. Heta wek niha Tirkiye di derbarê daxûyaniyên Îranê de tu bersiv nedaye û bernama xwe bê dengî bi navê parastina sinorên xwe rêve dibe.

Niha hêzên muxalefetê ketin nava bajarê Helebê de. Ev yek dibe sedem ku hêza PKKê li Til Rifetê tê dorpêçkirin û li taxên Helebê jî rewşa hêzên PKKê dikare bê guhertin. Armanca Tirkiye ya sereke jî ewe ku, li gora pevajoya ku rêve dibe, PKKê bi awayekî mecbur bike ji dev çekan berde. Tirkiye dizane ku, bi daxwaziya Ocalan PKK ji dev çekan bernade.

Bi vê êrîşa HTŞ û gurubên opozisyona Suri li dijê rejima Esad tewezin li Suriye tê guhertin û rolê Tirkiye di vê mijarê de xortir dibe. Dê rojên li pêşiya me vê mijarê zelal tir bike…

30.11.2024

Nêrîn/Şirove

Back to top button