Cîhan

Pêvajoya ketina Tirkiye ya YE sekinî

Di parlementoya Eropayê de Komisyona kar û barên derve, rapora berpirsa karê Tirkiye Kati Piri pejirand. Pirî di rapora xwe de pêşniyar kirîbû ku ; bila Yekitiya Ewropa prosesa tevlibûna Tirkiye ya YE bisekinîne.

Pêşniyara ku danûstanên YE li gel Tirkiye ji bo ketina Tirkiye ya Yekitiya Ewropayê bê sekinandin, hate pejirandin. 47 endame dengê xwe bi erê dan 7 endam li dije vê biryarê derketin û 10 endam jî bê deng man.

Pirî sedema vê pêşniyara xwe da xûyakirin ku got: Kemasiyek mezin ya çavderiya demokratik li Tirkiye heye û wateya  dewleta hukukî li Tirkiye nemaye.

Pirî dibêje ku li Tirkiye , zêdeyê 50 hezar insan hatine girtin û di nav van de rojnemevan, nivîskar, siyasetmedar  û parêzerên mafî mirovan jî hene.

Back to top button