
Li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Hikûmeta Amerîka kir ku ji James Jeffery Nûnerê nû yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da’îş û Serokê şandê û Joel Rayburn Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn û Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr bi Wekalet û Endamên Tîma Amerîkî ya taybet bi Sûriye pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û Iraq û Herêma Kurdistanê nirxandin û Nûnerê nû yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da’îş pêzanînên xwe ji bo pêşveçûn û aramiya Herêma Kurdistanê hebû û ragihand ji bilî hebûna gef û êrîşên zêde, Herêma Kurdistanê yek ji serkeftîtirîn navçeyê Rojhilata Navîne. Her wiha tekez jî li wê yekê kir ku têkşikandina terorê û pêkanîna aramî, ewlewiyeta serekiya Amerîkaye li navçeyê da.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê rewşa Sûriye û pêşhatên siyasî û meydaniyên dawî û dilgiranî û pêşniyarên li ser paşaroja Kurd li Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin û li vî derbarî de tekez li ser hemahengî û karê hevbeş ya di navbera her dû aliyan kirin eve jî bi mebesta dabînkirina aramî û rêgirtina li şer û kavilkarî û her wiha rêgirtina li êş û azarên gelê Kurd li Sûriye ye.
Her li vê civînê de gefên terorîstan ya li ser asayîşa navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û wê yekê dûpatkirin ku hemahengî û karê hevbeşê hevpeymanan û Herêma Kurdistanê serkeftin û encamên gelek erênî li têkşikandin û paşvekişandin bi terorê ketiye.
Berdewamiya hemahengiya di navbera her dû aliyan û peywendiyên Herêm û Bexda û her wiha proseya siyasiya Herêmê mijareke dinê vê civînê bûn.