Nivîsar

`Pêvajo`daxûyaniyên Ocalan û ziyniyeta PKKê..!

Piştî Pêvajoya bi navê “Pêvajoya Bê Teror“ destpêkirî, gelek hevdîtin li gel Ocalan çêdibin. Her caraê hinek alî gotinên Ocalan bi awayekî belav dikin. Lê ya balkêş ewe ku, agahdariyên heyeta DEMê ya Îmralî dide û yên rayadarên hukumetê didin û herweha yên di medyayê de têne ragihandin, ne wek hevin.

Mijarek gelek taybet û balkêş heye ku gerek mirov li ser bisekine. Ev pêvajo ji aliyê Dewleta Tirk ve hatiye destpêkirin, yek ji endazyarê pêvajoyê serokê MHPê Dewlet Bahçeliye. Bê guman hemû qonaxên di pêvajoyê de bi kontrol û erêkirina serokomarê Tirkiye Tayib Erdogan tê rêvebirin. 

Zemînê vê pêvajoya ji sala 2022ê yê ve hatiye amadekirin. Bahçelî bangek kir û Ocalab bersiv da. Bawer bikin ev yek hemû berê hetibû amadekirin û dizaynkirin. Niha rastiyekî bêjin. Her çewe be û her ji bo çi armancê be, fesihkirina PKKê û devjêberdana PKKê ya çekan gavek girîng e. Herweha bi hemû awayî têkçûna PKKê bi çi awayî be ji bo Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê base. Gelek girînge ku, ziyniyeta Ocalan bê zanîn. Tu derdek Ocalan wek pisgirêka Kurd yan jî destxistina mafê Kuda tuneye. Eger ev neyê zanîn her şirova bê kirin, di xeletiyek bingehîn li gel xwe xwedî bike.

Heta zihniyeta PKKê hebe û bi hêzbe, ewe wek tehdîtekî li ser Hêrêma Kurdistanê bin û li dijê destkeftiyên netewî li başûrê Kurdistanê, dê xwedî helwestbin. Her demî dê dewletên herêmê bi awayekî hewlbidin hêza PKKê li dijî başûrê Kurdistanê bi karbînin. Ne hewceye mirov bikeve di nava hûgirliyan de. Veca kî û çewe bi vê yekê tê digihe, ew pirsgirêka wan a siyasî ye.

Berê xwe bidinê li gora medya PKKê û daxûyaniya heyeta DEMê ya Îmralî, Ocalan hevdîtina xwe ya dawî de gotiye: “Ez pê dihesim ku tundiya di nav civakê de di rewşeke awarte de zêde dibe. Bi taybetî tundiya li hemberî jinan di asteke bilind de ye. Ez bi vê yekê gelekî diêşim.”

Tundiya di nav civaka Kurd e  di destpêkê de li bakurê Kurdistanê û piştre li beşên din yên Kurdistanê de, bi destê PKKê û zihniyeta Ocalan berfireh bûye. Siyaseta PKKê li ser şîdetê het avakirin. PKK hem di nava civatê de hem jî di nava rêxistina xwe de şîdet bikaranî. Bi hezaran çekdarên xwe jin û mêr înfaz kirine. Ocalan bi beyana xwe behsa înfazkirina 15 000 endamên PKKê dike. Ji xwe tehdît, şîdet, rand, şelandin û cirma PKKê li civatê de pêkanî ji aliyê herkesekî di nav civata Kurd de tê zanîn.Ocaln bi van daxûyaniyan bi akilê kurdan dileyze.

Di vê pêvajoya destpêkir de, du xalên giring hene.

Yekemin, ev pêvajo başe ku, PKK bi awayekî xwe fesih dike û ji dev çekan berdide, yanî şideta dewletê û PKKê bi awayekî dawî dibe. Li vê derê behsa şîdeta herdu alî hev kirîn sedem tê kirin. Li bakur siyasetek legal pêyda dibe herkes hewldide xwe ji îlegaliteyê bide aliyekî. Pêvajoyek bê şer de tehrîbatên di nav civakê de bi awayekî bêne çareserkirin. Yanî kurtahî astenga herî mezin li pêşiya Tevgera Kurd ji holê radibe. Ji bo vê û gelek tiştên din gerek pişgiriya vê pêvajoyê ji bo berjewendiyên miletê kurd bê kirin.

Duyem, xeletiyek heye ku, gerek pişgiriya vê pêvajoyê û meşrû kirina siyaseta PKKê ji hev bê cuda kirin. Di diroka Kurdan de tiştekî wek ziyniyeta PKKê bi navê Kurda zererek mezin nedaya Kurda. Meşru kirin û testik kirina siyaseta PKKê, kurda ji mafên wan yên rewa û netewî dûr têxe.

Ya giring ewe ku, Kurd li ser xetek netewî, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, bi metodên demokratik û rêya diyaloge doza mafên xwe yên rewa bikin. Gerek ji hemû awayê ilegaliteyê dûr, bi awayel lagal û siyasetek zelal û kurdewarî doza xwe bi rêxistin bêxin..

Ji vê zêde  , dê pêşerojê de zelaltir bibe…

11.12.2025

Nêrîn/Şirove

Balkêş e ?
Close
Back to top button