Pêşmerge li Kobanê dest bi danîna nexşeya nû ya Rojhilata Navîn dikin
Hewlêr-KDP.info- Endamê Desteya Şopandinê ya Tevgera Ciwanên Kurd (T.C.K) Guhderiz Temir ragihand ku, çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê yekem artêş e ku dikeve nav axa Sûriyê bê razîbûna rêjîma Sûriyê, ku ti hêz û artêşekê nikarîbû bi vê yekê rabe piştî ku wê rêjîmê 150 hezar kes kuştin û ev yek wê bibe sedem ku Hêzên Pêşmerge ji Kobanê dest bi danîna nexşeya nû ya Rojhilata Navîn dikin.
Guhderiz Temir ji KDP.info re ragihand ku, “Çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê pêngaveke dîrokî ye di qonaxa nû ya Kurdistanê de, hevdem ji tevahiya cîhanê re tekez kirin ku hêza ku karî pişta DAIŞê bişkîne, tenê Pêşmerge ye.”
Wî çavdêrê siyasî û çalakvanî wiha domand: “28 Cotmehê bû rojeke dîokî ku qet ji bîra Kurdan û navçeyê neçe. Ji serdema Împratoriyeta Mîdiya ya ku artêşa wê ji Akbatan (Hemedan) ji Rojhilatê Kurdistanê bo nava û Rojavayê Kurdistanê hat bo rizgarkirina ji zilmê Azdehak, Kurdistan di 3 gonaxan de derbas bûye, ya yekemîn dema ku Selahedînê Eyûbî daxwaza alîkariyê ji Cezîrê û Amedê û Şingalê kir li dijî xaçperestan ( Ku li vir tenê alîkarî ji birayên xwe yên Kurd kir, bi taybetî jî ji Êzîdiyan, û ne ji erebên misilman kir), ya duyemîn, dema Barzanî çûn Komara Mihabad bo parastina Rojhilatê Kurdistanê, şixwe ya sêyemîn jî niha em dibînin, dema ku Hêzên Pêşmerge berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê da ku parastina bajarê Kobanê bikin.”
Guhderiz Temir wiha got: “Di gonaxa yekê de ew gav bo parastina rojava bû, lê di herdu gonaxên din de, ku Barzaniyê bav û kurê xwe pê rabûn di çerxa netewayetiyê de û berxwedana kurdayetiyê de bo rizgarkirina Kurdistanê û bidestxistina mafê gelê Kurd, ku Barzaniyê nemir li Mihabadê û Serok Barzanî li Kobanê pê rabûn.”
Endamê Desteya Şopandinê ya Tevgera Ciwanên Kurd (T.C.K) ragihand ku, “Çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê yekem artêş e ku dikeve nav axa Sûriyê bê razîbûna rêjîma Sûriyê, ku ti hêz û artêşekê nikarîbû bi vê yekê rabe piştî ku wê rêjîmê 150 hezar kes kuştin û ev yek wê bibe sedem ku Hêzên Pêşmerge ji Kobanê dest bi danîna nexşeya nû ya Rojhilata Navîn dikin.”
Temir wiha got: “Ev guhertina ku li navçeyê ji hemû cîhanê re diyar kir ku Kurd hêza tekane ye ku li pêşiya DAIŞê rawesta, her wiha ji wan re xuyakir ku Kurd yekin û welatê wan yek perçeye û divê welatên mezin nêrîna xwe ji nexşeya navçeyê biguherin.”
Endamê Desteya Şopandinê ya T.C.Kê Guhderiz Temir di dawiya gotina xwe de wiha got: “Hêzên Pêşmerge ji Kobanê dest bi danîna nexşeya nû ya Rojhilata Navîn dikin.”