Nêçîrvan Barzanî: Berxwedana Kobanî şanazî ye
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja çarşemiyê 29.10.2014ê li bajarê Hewlêrê digel komîteya aliyên siyasiyên Kurdistanê ku, nûneratiya 42 partî û rêxistinên siyasiyên her çar parçeyên Kurdistanê dikin, kir û çend mijarên giringên rojeva Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di civînê de, komîteya aliyên siyasiyên Kurdistanê behsa armanca pêkanîna komîteyê kir û got ku, armanc ji pêkanîna komîteya aliyên siyasiyên kurdistanî ji bo xurtkirina yekrêziya navbera aliyên kurdistanî ye û behsa dîdar û civînên xwe yên digel serokatiya herêma Kurdistanê, serokatiya parlamentoya Kurdistanê û nûneratiya Neteweyên Yekgirtî kir û îşaret bi kar û çalakiyên ji bo piştevaniya Kobanî kirine kir.
Rêkftina aliyên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê bi pêngaveke dîrokî wesif kir û rola Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ji bo lihevnêzîkirina hemû aliyan û serperiştîkirina rêkeftina navborî bilind nirxand û hêvî kir ku, ev pêngav bibe hokarê sazkirina kongreya neteweyî.
Komîteyê daxwaz kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê biryara parlamentoya Kurdistanê ya di warê bi fermî miamile kirin digel îradeya Rojavayê Kurdistanê cîbicî bike û rê ji kantonên Rojavayê Kurdistanê re bide nûneratiyên xwe li herêma Kurdistanê vekin, herwesa daxwaz kir ku, serokwezîr roka xwe di xurtkirina yekrêziya hemû aliyan û piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de bilîze. Çûna pêşmergeyê Kurdistanê bo Kobanî bi pêngaveke mezin a dîrokî wesif kir ku ew pêngav dê bibe hokarê xurtkirtina yekêtiya neteweyî û yekrêziya kurd û kurdistaniyan.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdidstanê detxweşî li pêkanîna wê komîteyê kir û sipasiya însiyatîv û kar û çalakiyên wê kir. Serokwezîr hemû piştevanîya hikûmeta herêma Kurdistanê bo Kobanî nîşan da û got ku, şervanên kurd bi qaremanane berhingarî terorê bûne û berxwedana Kobanî ji bo kurd û hemû cîhanê cîyê şanaziyê ye. Barzanî hêvî kir ku, çûna pêşmergeyê Kurdistanê bo Kobanî bibe hokarê serkeftina yekcarî li Kobanî û tekîd kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dê li ser piştevanîkirina serbazî û mirovî bo Kobanî berdewam be.
Serokwezîr got ku, her ji destpêka êrîşa terorîstan bo ser Kobanî, serokatiya herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam digel Amerîka û hevpeymanan di nav têkeliyan de bûn.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî sipsiya Tirkiyeyê kir ku, rê ji pêşmerge re da biçe Kobanî.