Barzanî li gel Nûnerên Hêzên Hevpeymanan civiya
Îro çarşem 29.10.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsol û Nûnerên welatên Hevpeyman yên li şerê dijî Da’îş kir.
Li kombûnê da ku Konsol û Nûnerên welatên Amerîka, Fransa, Brîtanya, Elmanya, Îtalya, Holenda, Kanada û Awustralya li Herêma Kurdistanê amadebûn Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ji bo wê palpiştî û hevkariya ku li şerê dijî Da’îş pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine spasiya gel û Hikûmetên hêzên Hevpeymanan yê li şerê dijî Da’îş de kir û ew hemahengiya ku li navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan da heye bi bilind nirxand bi taybetî ku ew hemahengî wiha kiriye ku li şerê dijî Da’îş da tu ziyanek ber xelkê sivîl nekevê.
Serok Barzanî eve jî behs kir ku terorîstên Da’îş li vê şerê da ne pabendî tu yasa û exlaq û bihayekî mirovîye lê belê li beranber ewe da hêza Pêşmerge ji bilî wê dirindeyî ya Da’îş bi tevahî yasayên ceng û bingehên mafê mirov û parastina xelkê medenî li ber çav digre û ew pabendbûna hêzên Pêşmerge jî ra û rîşeya li bihayan û dîroka xebata gelê Kurdistanê daye ku bi tu awayekî Pêşmerge dest ne avêtiye kirdarên nemirovane û teqîna li ser xelkê sivîl.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de ragihand ku bi piştevaniya hêza hevpeyman û azayetiya Pêşmerge serkeftineke ber bi çav li bereyên şer de bi dest aniye û ew serkeftin bûne sedema wê yekê ku terorîstên Da’îş li planên xwe yên ji bo pêkvegirêdana deşta Nînowa û navçeyên jêr desthilata wan li Sûriye şikest bînin.
Her li vê kombûnê da Serok Barzanî bi hurî şanda mîhvan ji rewşa meydanî ya bereyên şer û pêdiviyên hêzên Pêşmerge û plana pêş de ya li bereyên şer agahdar kir. Serok Barzanî eve jî xisterû ku dijmin şiyana rûbirûbûna raste rast ya Pêşmerge re nemaye û pişta xwe bi xwekuj û danîna teqemenî û mayin û bombên çandî ve girêdaye. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî bi pêwîstî zanî ku Hikûmeta Iraqî li şerê dijî Da’îş kar bi berpirsiyarî û pabendbûnan bike û ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bilî wê yekê ku têbîniyeke zêde li ser Hikûmeta nû hebû lê belê biryara beşdarîkirinê da bo ku baştir bikaribin şerê terorîstan bikin. Serok Barzanî li vî derbarî de bi pêwîstî zanî ku Hikûmeta Iraqê erk û pabendbûnên xwe yên li hevkarîkirina Pêşmerge li vê şerê da bi cîh bike.
Her wiha li vê kombûnê da Serok Barzanî tîşk xiste li ser rewşa wan hemwelatî û Pêşmergeyên li ser çiyayê Şengalê da qehremanane bergiriyê li çiya dikin û rola wan li parastina çiyayê Şengalê de bilind nirxand.
Li beşekî dinê vê kombûnê da amadebûyan têbînî û pirsiyarên xwe yên di derbarê çawayiya hevkarîkirina Pêşmerge û pêdiviyên hêza Pêşmerge pêşkêşî Serok Barzanî kirin û Serok Barzanî jî bersîva têbînî û pirsiyarên wan da.
Hêjayî gotinêye ku li vê kombûnê da Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.