Vîdeo

Pêşmerge gihişte Kobanî (Video)

Hêzên pêşmergeyê Kurdistanê bi çekên xwe yên giran ve derbasî rojavayê Kurdistanê bûn û gihiştin bajarê Kobanî.

Li gor gahiyan hêzên pêşmergeyê Kurdistanê vê êvarê (31.10.2014) ji bakurê Kurdistanê ber bi rojavayê Kurdistanê bi rê ketin û li bajarê Kobanî bi cî bûn. Ew hêza pêşmergeyê Kurdistanê niha li Kobanî amadeye bi çekên xwe yên giran ve piştevaniya şervanên YPG û xelkê Kobanî bikin.

 

Ew hêz pêşmergeyê Kurdistanê ku li ser daxwaza serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi biryara parlamentoya Kurdistanê hatibû rê kirin, du rojan li devera Pirsûsê li benda fermana derbasbûnê bûn û îşev ber bi Kobanî bi rê ketin.

Back to top button