Dosya

Qonaxa azadkirina Şingalê

Berpirsê liqa Şêxan ya Partiya Demokrata Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje ku, pêşmerge berdewan pêşve diçe û deverên kurdistanî azad dike û qonaxa bê azadkirina Şingalê ye.

Elî Ewnî berpirsê Liqa Şêxan ya PDKê dibêje: ”Kontrolkirina Şingalê pêwîst e, û serokatiya herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê biryar daye divê bi her awayekî be Şingal bê azad kirin. kontrolkirina Şingalê hêsan nîne, lê seroaktiya herêma Kurdistanê biryar daye ku, divê Şingal bê azadkirina. Bi tayebtî piştî Zumar û derdûrên wê hatîne azadkirina niha qonaza azadkirina Şingalê dest pê kiriye.

Her lid or vê pirsê Mehma Xelîl endamê parlamentoya Îraqê dibêje piştî kontrolkirina Zumarê morala xelkê Şingalê bilin bûye û kontrolkirina Şingalê nêzîk bûye. Pêşmerge berdewam pêşve diçin û çekdarên terorîstên DAÎŞ jî paşve direv in.

Back to top button