Pêşdebirina Perwerdê giring e
Li Hewlêrê bi merasimeke berfire merasimek bo rêzgirtin ji Xwendekarên serkeftî yên li ser asta parêzgehên Kurdistanê de hate sazkirin.
Di destpêka merasima han de ku, hevdem ligel xwendekarên serkeftî, hijmareke zêde ji berpirs û rayedarên hikûmeta Kurdistanê jî amadebûn, Wezîrê perwerde yê hikûmeta Kurdistanê Dr. Îsmet Muhemed peyvek pêşkêş kir û behsa plan û projeyên hikûmet û wezareta perwerde bo pêşde birina asta perwerdehiya Kurdistanê kir.
Piştî bi dawî hatina gotara Dr. Îsmet, gotara Xwendekarên serkeftî jî hate pêşkêşkirin û pişt re jî Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û ragehand ku, perwerde û bilind kirina asta perwerdehiya Kurdistanê yek ji ewlewiyetên hikûmeta Kurdistanê ye.
Nêçîrvan Barzanî hevdem ligel pêşkêş kirina spasiyên xwe ji Mamoste, Xwendekar û kesêkarên Xwendekaran, balkêşande ser girîngiya pêşdebirina perwerdehî li Kurdistanê de û got: Yek ji ewlewiyetên sereke yên hikûmeta Kurdistanê girîngî dan bi perwerde û bilind kirina asta perwerdehî li Kurdistanê de û çareser kirina astengiyên heyî yên di warê perwerdehî deye.
Barzanî eşkere kir ku, di demên derbasbûyî de xelkê Kurdistanê hewl dida daku, zarokên xwe ji şer û kuştin biparêze lê îro rewşa Kurdistanê gelek cudaye û xelk hewl dide daku, xewnên xwe yên perwerdehî bo zarokên xwe cîhbicîh bike.
Barzanî da xuyakirin kir ku, hikûmeta Kurdistanê bo çareserkirina kêşeyên warê perwerdehî dest bi cîhbicîh kirina çendîn projeyên girîng kiriye û di merheleya yekem ya wan projeyan de vê nêzî 500 debistanan werin damezrandin.
Serokwezîrê Kurdistanê behsa meseleya dîtina kar bo Xwendekaran jî kir û got: Niha hikûmeta Kurdistanê ji bilî hewldan bo çareser kirina kêşeyên perwerdehî hewl dide daku, kêşeya bêkarî jî bi taybetî bo Xwendekaran çareser bike û bo vê yekê jî hikûmet biryar daye daku, 3 navçeyên mezin yên pîşesazî li Kurdistanê de çê bike daku, di her warî de derfetên karî bo nivşên xwendekar û pspor werin afirandin.