Cîhan

Dawiya vê heftiyê li Suriye didin

Amerîka ji bo êrîşa leşkerî li dijê Suriye xwe amade dike. Li gora rojnama Los Angles Time dide xuyakirin dê êrîşa Amerîka û welatên arîkar sê rojan berdewam be.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di vê derbarê de dibêje: Gelek welat amadena li gel me midexeleya leşkerî ya li dijê Suriye cih bigrin. Pêwistiyek mezin li midaxeleyek leşkerî li Suriye derketiya hole.

Herweha serokê Fransayê François Hollande jî di gorek ya xwe de dibêje:  Dawiya heftiya pêşiya me ihtimala êrîşkirina Suriye geleke. Li Amerîka kongres roja pênçşembe  biryara xwe dide. Heta roja înê jî raporta  expertên ku li Suriye lêkolîn kirîn temam dibe. Vêca ihtimalek mezin dawiya heftiya were midaxeleya leşkerî li dijê Suriye pêktê.

Roja sêşembê Obama ji bo hemwelatiyên Amerîkî axavtinekî pêşkêş dike. Herweha hêzên opozisyonê jî xwe ji bo êrîşek berfireh li dijê rejimê amade dikin.

Back to top button