Polîtîk

PDK dê dewleta Kurdistanê damezrîne

Li Hola bingehê Laleş yê rewşenbîrî û civakî li komelgeha Şariya û xanikê, duhî 7/9/2013 di du simînarên cuda de, Ebdulxaliq Babîrî berpirsê liqa yek û endamê civata serkirdayetiya PDKê li dor helmeta helbijartina bo xelkê deverê pêşkêşkir.

Babîrî bi têr û teselî giringiya helbijartina bo berhevbûyanşirovekir û pişikdarî di pirosesê de bi erkê niştîmanî li qelem da û got: ” Amadebûn li roja 21/9 piştevaniye li xebat û qurbanîdan û mandîbûna gelê Kurdistanê û xwast hemû bi dilekî partayetî qesta cihên dengdanê bikin daku ji mafên xwe bê behir nebin û destkeft paristî bin û amaje da bi lîsta qehreman û şehîdan û lîsta pêşveçûna Kurdistanê ku ewe dikare berevaniyê ji kêşên millet bike.”

Endamê civata serkirdayetiya Partî rolî cemawerê Partî lo hemû serdema û delîvan bi biha nirxand û texest li ser handana civakê hate kirin bo helmeta helbijartinan û bi heman germatî ya caran bin bo pişikdariyê û got: ” Bo serxistina lîsta Partî û berbijêrên wê jibo pêşdabirina piroseya siyasî ya herêmê mezintirîn deskeft bo milletê Kurd da diyarkir.”

Li dawiyê de jî Babîrî got: ” Partî di dîroka xwe de têkoşîn kiriye bo dîmokiratiyê û azadadbûna Kurdistanê û ya berdewame li ser wê rêbazê û çawa hikûmet û perleman û dezgehên neteweyî pêkênane, dê roj bên dewleta neteweyî jî ava bike

Back to top button