Piştî êrîş û şewitandina ofîsa PDKê ji aliyên grubên nijadperestên Şîeyên girêdayî Îranê, PDKê biryara girtina ofîsa xwe li Bexdayş da û avahiya ofîsa xwe rûxand. PDKê niha tevahiya çalakiyên xwe li Bexdayê rawestand.
Roja 28ê Adarê hinek alîgirên Heşda Şeibî êrîşê avahiya PDKê kirîbûn û agir berdabûn avahiyê.
PDKê îro Sêşembê 29ê Adarê avahiya ofîsa xwe ya li Bexdayê ku wek Şaxa 5 a PDKê çalakî dikir, bi tevahî rûxand û bi erdê re kir yek, herwiha PDKê hemû çalakiyên xwe yên li paytexta Iraqê rawestand.
Ev yek weke bersivekê ye bo hikûmeta Iraqê ku nekariye avahiya wan biparêzre.
Şaxa 5 a PDKê ya li Bexdayê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber ev cara duyem e ku baregeha wan tê şewitandin û tê talankirin, bêyî ku ti lêpirsînek bê kirin, lewra wan biryar daye baregeha şaxa xwe bigirin û tevaya çalakiyên xwe yên siyasî û sivîl li Bexdayê rawestînin.
PDKê diyar kiriye, heta hikûmeta Iraqê garantiyê nede wan ku can û malê wan li Bexdayê parastî dibe, ew hemû kar û çalakiyên xwe radiwestînin. PDK herwiha daxwaz kiriye lêkolîn li ser dosyeya şewitandina baregeha PDKê bê kirin û kesên ku destê wan di vê bûyerê de hebûye bêne cezakirin.