CîhanRojev

Serokwezîrê Kurdistanê ligel Wezîrê Aboriya Îmaratê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Adara 2022an li perawêza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubay, ligel Wezîrê Aboriyê yê Dewleta Îmaratê Ebdulla Bin Toq civiya.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî amade bû, guftûgo derbarê pêşebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê hatin kirin, bi taybet ji bo sûdwergirtin ji ezmûna Îmaratê di warê veberhênanê û avakirina sîstema bankî de.

Hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Aboriyê yê Îmaratê 

Back to top button