Ocalan ji mirîdan re dibêje!
Gelek cara di medya civakî de û medyayên cuda de behsa gotinên Abdullah Ocalan û felsefa wî ya siyasî tê kirin. Lê di rastiya xwe de xelkek hêdî bi awayê mirîdiya terîqeta Ocalan ve girêdayîye, yan jî pêve gêrêdidin. Bê guman sedemê vê yekê gelekin û ev babet divê bi awayek berfireh bê nirxandin.
Lê carê dema çend gotinên Ocalan gotî li bîra mirov be, yan jî her çendekî ev gotin bikevin rojevê, ihtimala hinek mirîd li rastiya xwe vegerin belkî peyda bibe.
Gotinên Ocalan tu cara ne hewceyê şirovekirinê ne, ji ber ku gelek vekirî tişta di mejideye dibêje û armancên xwe eşkere û zelalî dide xûyakirin.Ji bo vê yekê jî kêşe ne Oalan e, kêşe mirîdin..
Ocalan dibêje:
- Ez amademe taşeroniya Tirkiye bikim.
- Ezê 30 milyon Kurd bêxim di bin xizmeta Tirkiye de.
- Raste hinek zererera min çêbûye, lê ezê qet bi qet zêdetir feydê bidimTirkiye.
- Li gora planên xwe, ezê pirsa Kurdiyatiyê di berjewendiya Tirkiye de çareser bikim.
- Îsyanên Kurda yên berê ya Şêx Seîd jî di nav de,hemû paşverûne û leyiztikên welatên emperyalist bûn.
- Ji bo min dibêjin ku, ber bi Kemalîzmê ve diçe, dijminatiya Kemalîzmê ne di berjewendiya Kurdan de ye.
- Berê min digot “Tirkiyebûn“ ez niha ji vê derbas bûm û dibêjim “ Tirkiye“ û “Neteweyê Tirk“. Em hemû ji Neteweyê Tirkin. Ji bo vê yekê jî ezê welê çêbikim ku, li gundên Hakkarî jî herkes bi zimanê Tirkî biaxêve, hem jî bi zaravê Stanbulê.
Çavkanî: Rojnama Serxwebûn hêjmara :222 û ji vîdeoyên parastina dadgehî ya Ocalan…
29.3.2022
Nêrîn/Şirove