Nivîsar

Pavel, muhra cahşitî nayê şûştin

PAVEL, MÛHRA CAHŞITÎ NAYÊ ŞÛŞTIN!Abit GürsesBi gotina herî sivik, Pavel Talabani bi agirê dileyîze!Dîsa bi gotina herî masumane (naiv, saf) Pavêl yekitiya neteweyî ya Başûr dixe xeterê (tehlûke) da!Pavel îradeya milyonan ku dengê xwe dane Serxwebûna Kurdistanê;îradeya Konseya Bilinda Hêzên Sîyasi yên Kurdistanê;îradeya parlamentoya Kurdistanê;îradeya meşrû ya YNK’ê bin pê dike!Baş e, Pavêl bi çi aqliyetê, bi kîjan heqqî, li ser navê kê wan qisseyên mezin (qisseyê qor) yên pûç û vala dike û Iraqçitiyê diparêze? Li gor ku ew dibêje Iraqçitiyê weka rêyekî maqul a babê xwe li ser Başûr ferz dike!Di demek wuha hestiyar da ku pêwistiya Kurdistanê herî zêdê yekrêzî, yekdengî û yekitiyek neteweyî heyî da, rabe pê li îrada meşru ya Kurdistanê bike, bi kêyfa xwe stratejiyek Iraqî deyne ber Kurdistana Başûr, ma ne heqê me ye ku em ji wî bipirsin, bêjin:Pavêl tu çi dikî?Armanca te çiye?Bi kîjan heqqî stratejiyek Iraqî datînî li ber Başûrê Kurdistanê ku proseya serxwebûnê da ye?!Tu vê desthilatê (selahiyetê) ji ku distînî?Xeynê ku tu kurê rehmetî Mam Celal û Hêro Ibrahîm Ahmed be, çi meşruiyet, taybetmendî û desthilatê te hene?Belê Pavel herkes dizane ku tu kurê rehmetî Mam Celalî, lê tu ne Celal Talabanî yî!Pavel, tu xwe bi aqil û Serokê Kurdistanê,Hikûmeta Kurdistanê, Partiyên Kurdistanî, deng û helwesta milyonan Kurd bê aqil hesab dikî!?Ma tu dibêjî qeyê haya me, haya milletê Kurd ji lêstik û senaryoya qirêj a ji bo pûçkirina biryara Referandumê ku li Kerkûkê hatibû danîn, di vê plana qirêj da rola (dewra) te ya figuranî nayê zanîn?Me ji bîr nekiriye!Kesek jî bîr nake!Eger milletê Kurd, dam û dezgehên Hikûmeta kurdistanê bi sebir bi bêhnfirehî li te û hewkarên te bihurtî be, ne ji nezaniya wan e! Ji ber du tişta ye: Yek, di vê prosesê da nav mala Kurd çiqas li hev be baş e. Dido, ji bo xatirê cenaze babê te ye!Nexwe kesek vê lîstika qirêj ku bi dest û îradeya Kurdistanî hate pûçkirin ku tu û çend noker tê da cîh girtibûn nehatiye ji bîr kirin, nayê ji bîr kirin jî Pavel!…Pavel, bawer bike, tu dijminatiya min ji te ra û malbata te ra nîne. Bil akis!Lê belê gotina herî guncaw (cîhê xwe da, musaid) ku li gor naveroka axaftina te, ango naveroka helwesta te ra tê, gotina (wûşeya) cahşitî ye!Ez naxwazim vê gotinê giran bikar bînim…Pavel tu hîn xortî, wuha meke!Bi aqil be!Muhra cahşití giran e!Sed sal jî derbas be nayê şûştin!Dijatiya îrada millet û welatê xwa neke!Li gel îrada milletê xwe ra be!Encama vê prosesê serxwebûnê da mirin hebe jî cahşitiyê çêtir e, baştir e!Doza Kurdistana serbixwe ne karê tirsoneka ye Pavel!Li gel îrada milletê xwe ra be!Li gel serok Mesûd Barzanî ra be!Li gel alîkarê serok Kosret Resul ra be!Li gel Dr. Necmedin Kerim ra be!Li gel hêzên pêşmerge ra be!Li gel Serrkirdayetiya Hêzên Siyasî ra be!Doza Serxwebúna Kurdistanê ne karê tirsoneka ye, Pavel…

Back to top button