Cîhan

Em nahêlin Îran bibe metirsiyek liser ewleyiya cîhanê

Serokê Amerika Donald Trump rejîma Îranê bi yek ji mezintirîn piştgirê terorîzma cîhanî binavkir. Li ser Îranê Trum bîr û baweriyên xwe  bi vî awayî ragihand.Trump: Rejîma Îranê teroristên 11ê Îlonê veşartin, di nav wan de kûrê Usame bin Ladin jî heye. Piştgirê Qaide û Hizbullahê ye. Mûşekên ku metirsiyek liser me û hevkarên me ye bi pêş ve dixe. Bi derewan hevwelatiyên me dîl digire, destwerdanên xwe li Kendavê dom dike.Li Îranê bi xwe gule berdan xwendevanên xwepêşandanên aştiyane kirî. Li Suriye û Yemenê bûn sedema kûrbûna şer. Piştgiriya rejîmê Esed kir ku, çekên kîmyewî hember hevwelatiyên xwe bikar anî.Kiryarên me yên tund dê li hemberî Îranê hebin.Ji cîhê ku pêngavên lawazkirina diktatoriyê li Iranê bên dan, rêkeftin ligel hate kirin. Ev xerabtirîn rêkeftin a dîrokê ye. Amerika û Konseya Ewleyî ya Neteweyên Yekgirtî, dive rê li ber Îranê bigrin, ku nikaribe çekê kimyawî bidest bixe.Em dê kar bikin, ku piştgiriya terorê ya Îranê bibirin. Nehêlin ku Iran bibe metirsiyek liser ewleyiya cîhanê”. 

Back to top button