Milîsên Şîe provakasyona dikin
Tuz Xurmatû devereke li ser tixûbê Kurdistanê û Iraqakê. Nêzikî bajarê Kerkûkê ye. Tuzxurmatû Kurdistanê, Kurd , ereb û Tirkman lê dijîn.Heşda Şebî (Milisên Şîe di kontrola Îranê de ne) Tirkmanên Şîe di nava Hêşda Şebî de ne û ew mîlîsên Şîene. Ji bilî Cepha Tirkmanî hemû partî û rêxistinên Tirkmena pişgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin, ji ber ku pêşeroja xwe di Kurdistanekî serbixwe de dibînin. Cepha Tirkmanî salên 90 î te derbasî Tirkiye bûn. Piraniya wan hemwelatiyên Tirkiyene û endamên MHPê ne. Ji aliyê dezgehê îstixbarata Tirkiye ve tên rêvebirin.Di medya Tirki de , derbarê rewşa Kerkûk û Kurdistana Başûr de bi zanebûn agahdariyên ne rast têne belav kirin. Ew Tikmanên Tirk behsa wan dikin, di rastiya xwe de milîsên Şîe ku di bandora Îranê de ne , hukumeta Iraqê miaşê wan dide . Çekan dide û ew kirin wek hêzek qanûnî û ji bo wan Ebadî qanûnek teybet derêxist.Hêza Şebî milîsên Şîene û ji gelek welatan Şîe tevlî vê hêzê bûne. Li Kurdistana Başûr tu pirsgirêk di navbera Tirkmena û kurdan de tuneye. Pirsgirêk di navbera milîsên Şîe û Pêşmerge de ne. Ew milîs dixwazin axa Kurdistanê dagir bikin û pêşmerge xwe ji Kerkûkê bide aliyekî û vegerin cihê xwe yê 2003ê. Ebadi , hukumeta Iraqê vê dixwaze.Tirkiye û medya Tirkî pişgirî û propaganda milîşên Şîe dike.