Dosya

Kerkûkî: Pêşmerge ji bo bergiriyê bi timamî amadeye

Kemal Kekrkûkî berpirsê baskê Rojavayê Kerkûkê yê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê, di preskonferensekê de (14.10.2017) got ku, ew li eniya şer in daku şerê DAÎŞê, ne şerê hêzên îraqî,bikin, lê tevger û gefên hêzên îraqî û Heşda Şabî ne bi nîyeteka safî ne cîyê gumanê ne. Li gor Kerkûkî, hêzên pêşmergeyê Kurdistanê xwe bi timamî berhev kiriye ku, rûbibirûyê hêzn îraqî û Heşda Şabî bibin:- Eger hêzên îraqî û Heşda Şabî ber bi çeperên me pêşve bên em dê tiştek wisa bi serê wan bînin ku tu carî jibîr nekin, piştrast bin pêşmerge di amadebaşiyeke timam de ye. Em hêvî dikin hêzên îraqî û Heşda Şabî hizira xwe bikin û tu şaşaiya nekin û şer dest pê nekin, jiber ku hemû alî, hem xelkê medenî û hem jî pirosesa demokrasî li deverê dê zirarê bibîne.Kemal Kerkûkî got ku hêzên îraqî û Heşda Şabî bi wan çekên Hevpaymana navdewletiya dijî DAÎŞê bi wan dane gefan li xelkê Kurdistanê dikin û divê dewletên endam di hevpeymaniyê de li ser vê yekê bêdeng nemînin:- Pêşmerge ne bi tenê ye û hemû xelkê Kurdistanê bi pêşmerge re ye û hêza gel jî ji hemû hêzan bihêztir e. Wezîfey Partî, Yekêtî û tev partî û aliyên din yên Kurdistanê ye bi hevre Kerkûkê biparêz in, her aliyek xwe paşde vekêşe dê dîrok nefretan lê bike.

Back to top button