Pasawan li deverên sinor cih dibin

Hêzên Pasewanên Sînor yên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ve, bi armanca rêgirtin li grûpên neyasayî û qaçaxiyan û pêkanîna ewlehiya sinor, li çend xal li ser sînorê bi Îran û Tirkiyê re danîn.

Hêzên Pasewanên Sînor yên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ve ku parastina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji erkê wê ye, du xalên serbazî li deverên Hacî Omeran, Kudu û Berdonaz ku di Îranê re hevsînor in danîn, bi armanca rê li ber grûpên neyasayî û qaçaxçiyan bigirin.

Hêzên Pasewanên Sînor çend xal li devera Mêrgesorê û nahiya Şêrwan Mezin ku bi Tirkiyê re hevsînor in danîn.”

Ev xalên serbazî ji bilî ku dê rê li ber grûpên neyasayî û qaçaxçiyan bigire, dê rê li pêş bombebaran û topbarana welatên cîran jî bigire.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: