Nivîsar

Li ser daxûyaniya Karasu

Endamê konseya reveberiya PKKê Mustafa Karasu di hevpeyvineka xwe di medyay PKKê de li gora xwe nirxandinekî dirêj li ser rewşa siyasî dike û di beşek daxûyaniya Xwe de cardin wek erka xwe ya taybet behsa PDKê dike. 

Karasu di nirxandina xwe de Weha dibêje: “ DESTÊ XWE NEDE PDK’Ê, TU ÇI BI KURDAN DIKE BIKE’

Peymana ku di sedsala 20’î de li Lozanê hate kirin, îro bi rengekî cuda tê nûkirin. Peymana Lozanê bi vî rengî bû; Tirkiye wê destê xwe nede Iraqê lê belê wê karibe Kurdên Bakur qir bike. Esasî Peymana Lozanê wiha ye. Bi berdêla ku Mûsil û Kerkûk ji Iraqê re bimîne, qirkirina Kurdan bû. Polîtîkayeke bi vî rengî tê meşandin. Yanî dibêjin; destê xwe nedin PDK’ê tu çi tîne serê Kurdan bîne serê wan. Ji xwe PDK jî dibêje; destê xwe nedin min tu çi bi Kurdan dike bike. Yek ji sedemên vê polîtîkaya dij bi Kurda a NATO, Ewropa û welatên din, helwesta PDK’ê ye. Bi rêya têkiliyên bi PDK’ê re welê nîşan didin k mîna polîtîkaya wan a têkildarî Kurdan baş e û bi vî rengî hevkariya li ser qirkirina Kurdan ava dikin. Dixwaze zimanê Kurdan tune bikin, Kurdan bikin Tirk, Kurdistanê jî bikin qadeke ji bo berbelavbûna netewetiya Tirk. Di sala 1915’an de Ermen tune kirin, niha jî bi tunekirina Kurdan re dixwazin van deveran bikin qada Tirkan. Gelo ev qirkirin nîne? Ji vê re hevkariya sûc tê gotin. Êdî her tişt eşkere bûye. Bi rastî jî civîna bilind a NATO’yê ya li Madrîdê nîşan da ku NATO çi ye, exlaqê Ewropayê çi ye, feraseta xwe ya siyasî çi ye. Piştî ku Şerê Sar qediya qaşo qalê dikirin ku wê demokrasî bi pêş bikeve. Peyama wê yekê dan ku mîna dema Şerê Sar de kir wê êdî piştgiriyê nedin dîktatoriyan. Ji ber ku di dema Şerê Sar de li Latîn Emerîkayê, li Rojhilata Navîn, li her derê piştgirî didan dîktatoriyan. Niha jî mîna dema Şerê Sar li gorî berjewendiyên xwe piştgiriyê didin dîktatoriyan. Eger ev dîktator di xizmeta wan de be temam e, lê eger ne bi vî rengî be hingî qiyametê radikin. Bi rastî jî têkiliyeke gelekî qirêj e. Di mijara Kurdan de ewqas bazariyê dikin ku ev hevkariya sûc e. Hevkariya li qirkirinê ye.”

Gelo kesek xwedî mejî yanî akilê wî di serê wî de vê nirxandinê dike? Eger kesek yan jî siyasetmedarek din vê axavtinê bike,dê wek kesek dîn(şît) bê navkirin. Heta PKK ji nexweşiya dijitiya PDKê xelas nebe tu cara nikare siyasetek akilane rêve bibe. Ji xwe roja PKK dijitiya nirxên netewî, PDK û siyasetmedar û kesayetên li ser xeta netewî neke,tê wateya ku PKKê siyasetê bike namîne û erka xwe cih aniye û ji holê rabdibe.

Mustafa Karasu di hevpeyvîna xwe de,wek ku tê xûyakirin her tişta ku zererê bide tevgera azadixwaz a Kurdistanê gotiye. Ji ber ku erka wî di nava PKKê de jî ev e. Mixabin gelek kesayetên ku di nava PKKê de yan jî pişgiriya siyaseta PKKê dikin, dikarin bi demjimêra guh bidin van axavtinên pûç û li çepika bidin.

Gelek girînge ku Kurd taybetî ewên pişgiriya siyaseta PKKê dikin û çepka ji yên wek Karasu re lê didin divê Karasu nasbikin.

Mustafa Karasu, ji bajarê Siwasê ye û li gundek yê Siwasê ji dayik bûye. Karasu ne Kurd e û ew Tirk e.Karasu tu cara di nava tevgera Kurdistanê de cih negirtîbû. Dawiya sala 1979ê tevlî PKKê dibe û sala 1980ê hate girtin û demekî ma girtigehê de. Niha jî endamê konseya rêveberiya PKKê ye. Karasu re nexweşiya Alzheimer heye û ew tişta ji bîr dike û dema diaxive piraniya cara nizane çi dibêje.

Erka wî ya bingehîn di nava PKKê de dijitiya Tevgera azadixwaz a Kurdistanî ye.

7.7.2022

Nêrîn/Şirove

Back to top button