Nivîsar

Siwarê hespê xelkê tim peya ye

Partî û siyasetmedarên me yên ku di bizavên xwe yên 40 salî de têk çûne û bi fikir û îdeolojîyên biyanî doza heq û hihûqê millet Kurd û doza Kurdistanek serbixwe dikin, hîna jî hewl didin ku bi siwarbûna hespên xelkê bigihên armancên xwe ..

Nûrî Çelîk

Gotinên mezinên me hemi serpêhatî û watedar in. Em Kurd her tim li hespên xelkê siwar bûne, me bi siwarîya hespên xelkê pesnê xwe daye, piştre jî peya mane û polîpoşman li ser dûvê xwe rûniştine. Çi di warê şexsî, malbatî û civakî de be, çi jî di warê siyasî û polîtîkayê de be, her û her em siwarê hespên xelkê bûne û bi ser neketine, teqînî ne û negihanê mexsed û armancên xwe. Ji ber vê jî gotine “ Siwarê hespê xelkê tim peya ye“ û tê xwestin ku divê meriv xwedîyê hespê xwe be ji bo meriv peya nebe û di rê de nemîne.

Gava em li dîroka xwe dinerin; dibînin ku piranîya jiyana Kurdan bi xizmet û pîkolîya kesên din, dezgehên din, partî û dewletên din derbas bûye. Şexs ketine bin emrê kesên din, malbat ketine bin holika malbatên din, eşîr ketine bin sîwana eşîrên din, partî û dezgeh jî ketine bin xizmeta partî, dezgeh, îdeolojî û dewletên din. Ango, me hertim xizmeta yên derveyî xwe kiriye. Li Rojhilatê Kurdistanê her çiqasî ji parçeyên din kêmtir be jî, lê hema bêjin ev yek li seranserê Kurdistanê wilo ye. Ev rewş ji dîroka kevnare dest pê dike, ji 1071ê û heta îro bê hed û hesab, bê sînor pêk tê. Kurd her demê bûne peyayên dagîrkerên xwe û xwe di bin sîwana wan de himandine. Belkî ji safîtî û dilpakîya xwe, belkî ji mecbûrî, belkî ji bê derfetî û bê mecalî, lê em qebûl bikin yan nekin, bandora îdeolojîyên biyanî mejîyê me Kurdan dagîr kiriye û bûye sedem ku em Kurd ji hest û giyanê netewperestî dûr bikevin û hêvîya xwe bi bext û wîjdanê dagîrkeran ve girêdin. 

Heger em dev ji kevnedîrokê û şert û şirûtên wê demê berde, di dîroka nûjen a îro de jî me Kurdan dev ji çand û kultura koletî û bindestîyê bernedaye. Heke em siwarbûna hespê bratîya ummetê deynin alîyekî (ji ber xwedîyê dîrokek dirêj û kevnar e), ji salên 60î û pê ve îcar em li hespê enternasyonalîzmê û fikrên çepîtî û bratîya gelên cîhanê siwar bûne, bi dehê salan me hespê xelkê bezandiye, me bi beza hespê xelkê pesnê xwe daye, û di encamê de dîsa em jê peya bûne, peya û bi tenê mane.  Ji ber ku geyayê hewşê tehl e, me tucarî giringî nedaye hespên male û ew nirxdar nekirine. Gava îdeolojîyên biyanî hespên xwe ji bin me dane alî, hasil gihaye Mûsilê, em hem ji dêrê û hem ji mizgeftê bûne û bûne biyanîyên hest û nirxên xwe yên netewî. Biyanîbûna hest û nirxên netewî bi xwe re biyanîbûna mejî û giyanê netewî anîye û ev yek jî bûye sedemê tirsonekî, destnehilanîn û xewn û xeyalên bê armanc û bê wate.

Partî û siyasetmedarên me yên ku di bizavên xwe yên 40 salî de têk çûne û bi fikir û îdeolojîyên biyanî doza heq û hihûqê millet Kurd û doza Kurdistanek serbixwe dikin, hîna jî hewl didin ku bi siwarbûna hespên xelkê bigihên armancên xwe û xwe bi wan xewn û xeyalan şa dikin. Ew partî û siyasetmedarên ku bi nav hene lê di holê de wek reşkên şevê kes wan û xebata wan nabîne, heta îro jî dev ji nexweşîyên ku ji îdeolog û îdeolojîyên biyanî girtine bernedane. Siwarbûna hespên xelkê bi wan xweş hatiye, bê bedel, bê ked û bê fedakarî dixwazin qaşo şoreşan pêk bînin. Lê di rastîyê de tu şoreş bê ked, bê bedel, bê fedakarî û bê xwînrijandin çênebûne. Helbet bi xwezîyan meriv dixwaze bigihê baqê kezîyan. Lê rastî û xewn û xeyal pir dûrî hev in. 

Bi kurt û Kurmancî; siyasetmedar û partîyên me yên Bakurî divê em bi siwarbûna hespên xelkê pesnê xwe nedin. Divê em ji hespên xelkê peya bin, di nav hev de hespekî xwemalî ji xwe re bikirin û bi siwarbûna hespê xwe pesnê xwe bidin. Dûrketina ji îdeolojîyên biyanî wê bi xwe re hişmendîya hevkarî, yekîtî, hest û pîrozîya nirxên netewî xurt û geş bike û belkî bi vî rengî em karibin silavekê li hev bikin.

Back to top button