Parlementoya Kurdistanê mafê mirovan diparêze
Hewlêr – Piştî çend rûniştinan û zêdekirina du maddeyan û herwisa ji ber çavgirtina pêşniyar û nerînên cuda, nîveroja evro parliyamenta Kurdistanê projeya qanûna desteya serbixweya mafên mirov ya li herêma Kurdistanê pesend kir.
Evroj berî nîverojê demjimêr 11, rûniştina asayîya hejmar 13 ya parliyamenta Kurdistanê ji xûla girêdana duyem di sala yekem ya ji xûla sêyema hilbijartinan de hat sazkirin. Ev rûniştina han bi serokatîya serokê parliyamenta Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî û bi amadebûna cihgirê serokê parliyamenta Kurdistanê Dr. Erselan Bayiz û sekreterê parliyamentê Firset Ehmed hat sazkirin.
Di destpêkê de serokê parliyamenta Kurdistanê bernameya karê kombûna evroja parliyamentê vexwend û ragihand, ku bernameya evroja parliyamentê, berdewambûn li ser pêşkêşkirin û guft û gokirin li ser projeya qanûna desteya serbixweya mafên mirov ya li herêma Kurdistanê ye. Piştre serokê parliyamentê daxwaz ji herdu komîteyên qanûnî û mafên mirov yên parliyamenta Kurdistanê kir, ku dariştina dawîyê ya maddeya pêncem ya ji projeya bingehîn vexweînin. Di rûniştina berê ya parliyamenta Kurdistanê de ji alîyê çend parlliyamentaran ve çend pêşnîyar û têbînî li ser evê maddeya han hatibûn pêşkêşkirin û herwisa ji alîyê herdu komîteyên qanûnî û mafên mirov ve pêşnîyara ewê çendê hat kirin, ku damezrandina encûmena kargêrî bo desteya han di benda yekem de bihêt zêdekirin û garantîya berçevgirtina rêjeya jinan di evê encûmena han de bo benda sêyem bihêt zêdekirin, piştî wan guhertinan jî ev maddeya han bi piranîya dengan hat pesendkirin.
Her di evê kombûnê de maddeya şeşem ya ji projeya bingehîn hat vexwendin, ku ji du bendan pêkhatibû û di bareya çawanîya lêpisêna ji desteya han ji alîyê parliyamentê ve bû. Di dirêjîya kombûnê de reporta herdu komîteyên peywendîdar hat vexwendin û herdu komîteyan, daxwaza dubare darêştina benda yekem kirin û bi evê pêşnîyara han maddeya şeşemjî bi piranîya dengan hat pesendkirin. Di dirêjîya kombûna evroja parliyamentê de maddeya heftem ji projeya bingehîn piştî guft û gokirin li ser evê maddeya han ji alîyê parliyamentaran ve bi koma dengên parliyamentaran hat pesendkirin. Ev maddeya han di bareya çawanîya pêdana zaniyarîyên pêdivî bo evê desteya han ji alîyê dezgeh û wezaretan ve bû. Maddeya 10 ji projeya bingehîn, ku beşek ji desthilatên dawîyê bû dubare hat darêştin û piştî guhartinê ji sê bendan pêk dihat û bi koma dengên parliyamentaran hat pesendkirin.
Maddeyên 8, 9,11,12 jî taybet bi desthilatên dawîyê bûn û her yek ji wan bi şêweyekê cuda cuda hatin pêşkêşkirin. Maddeyên 8, 11, 12 bi piranîya dengan û maddeya 9 jî bi dengên gişt parliyamentaran hatin pesendkirin.
Cihê gotinê ye, ku di encama guft û goyên parliyamentê de ji bo gengeşekirina evê projeya han, du maddeyên din bo projeya desteya serbixweya mafên mirov ya li herêma Kurdistanê hatin zêdekirin û pêkhata ev projeya han ji 12 maddeyan bû 14 maddeyan zêde bû. Piştre jî bi şêweyekê giştî projeya desteya serbixweya mafên mirov ya li herêma Kurdistanê û egerên pêdivîbûna wî qanûnê bo dengdanê hat pêşkêşkirin û bi 16 dengên dijber hat pesendkirin. Her bi boneya pesendkirina evê projeya han serokê parliyamenta Kurdistanê pîrozbayî ji parliyamentaran û hukûmeta herêma Kurdistanê û xelkên Kurdistanê û çalakvanên beware mafê mirov yên li herêma Kurdistanê kir û hêvî xwezt, ku ev qanûna han bikaribe xizmetek mezin pêşkêş bike.
(PNA)