Polîtîk

Gul: Pirsa kurd girênge û divê bê çareserkirin

Serokomarê Tirkiye li ser rerwşa siyasî û pirsgirêkên heyî axaft. Dema serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul ji Kazakistanê vedigeriya Tirkiye, di balefire de li gel rojnemevanan sohbet kir û di derbarê rojeva siyasî de dîtinên xwe gotin.

Gul got ku gelek girînge Tirkiye bigihe standartên demokrasiyê. Pirsa Kibris û pirsa pêwendiyên Ermenistanê gelekê girînge. Lê ya herî girîng ewe ku mirov navmala xwe serast bike. Pirsa kurd pirsa herî girînge û divê ev pirs bê çareserkirin da ku istiqrarek li Tirkiye çêbe û teror xilas bibe.

Gul, di derbarê pêwendiyên li gel Îranê jî got, divê Tirkiye li gora berjwendiyên xwe diplomasiyek rast û behn fireh bike. Eger li cîranê de agirek hebe , ev yek te jî germ dike. Em nikarin çavên xwe li hinek rastiyan bigrin.

Back to top button